Bal kişandin ser rewşa girtiyên jin ên li girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn 2023-03-04 16:38:36 ENQERE - Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî bal kişand ser pirsgirêka tenduristiyê ya 32 jinên nexweş ên li girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn tên ragirtin û bang kir ku astengiyên li pêşiya tedawiya bên rakirin û bên berdan.    Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî di hefteya 443’yemîn çalakiya xwe ya heftane de li ber Şaxa Komeleya Mafên Mirovan hatin gelhev. Di daxuyaniyê de ji ber 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bal kişandin ser rewşa girtiyên jin ên nexweş.    Di çalakiya ku pankarta “Tedawî maf e nayê astengkirin, bila girtiyên nexweş bên berdan” hate vekirin de Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Nûray Çevîrmen axivî û pirsgirêkên ku girtiyên jin pê re rû bi rû dimînin vegotin.    32 JINÊN GIRTÎ YÊN NEXWEŞ   Çevîrmen da zanîn ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê 14, li Girtîgeha Jinan a Kayseriyê 15, li Girtîgeha Tîpa H a Eskîşehîrê 2, li Girtîgeha Tîpa E ya Afyonê 1 li gelemperiyê Herêma Anatoliya Navîn 32 girtiyên jin ên nexweş hene û nav û nexweşiyên jinên nexweş ên li van girtîgehên navborî tên ragirtin rêz kirin.    ‘BILA MÛAYENEYA BI KELEMÇE BÊ BIDAWÎKIRIN’   Çêvîrmen, diyar kir ku divê kontrolên tenduristiyê û tedawiya girtiyên nexweş ên jin bê navber bên kirin û got: “Divê înfazên girtiyên nexweş ên giran ên nikarin li girtîgehê bên dermankirin, tavilê bên taloqkirin û bên berdan. Divê sewqên bi muayeneyên kelepçekirî û bi wesayîtên yek kesî yên rîngê yên li dijî rûmeta mirovahiyê bên rawestandin. Divê li girtîgehan tîmên tenduristiyê yên mudaxilekirina bilez hebin û birina revîrê û sewqên nexweşxaneyê bên lezandin.”