Nexweşa beşa venihêrîna awarte Elîf Topyurek ev meheke winda ye! 2023-03-05 09:06:24   MEREŞ - Welatiye bi navê Elîf Topyurek ku du hefte beriya erdhejê li Nexweşxaneya Taybet a Sular Akademiyê li beşa venihêrîna awarte girêdayî cîhazê hilmijînê bû, di roja erdhejê de sewqî nexweşxaneyeke din hate kirin û ev meheke tu agahî jê nayên girtin.    Welatiya bi navê Elîf Topyurek li Taxa Narli ya navçeya Bazarcix a Mereşê rûdine û du hefte beriya erdhejê ji bo tedawiyê rakiribûn Nexweşxaneya Taybet a Sular Akademiyê. Li beşa venihêrîna awarte ya nexweşxaneyê dima û girêdayî cîhazê hilmijînê bû. Hat îdiakirin ku di sibeha roja erdhejê de sewqî Fakûlteya Tipê ya Zanîngeha Sutçu Îmam a Mereşê (KSU) hate kirin û li wir winda bûye. Hasan Topyurek, got ku ji wan re hatiye îdiakirin ku dayika wî di sibeha roja erdhejê de sewqî beşa venihêrîna awarte ya Fakûlteya Tipê ya KSU’yê hatiye kirin û ev meheke tevî gelek serlêdanan jî tu agahî jê negirtine.    LI NEXWEŞXANEYÊ RAYEDAR TUNE NE    Topyurek, got ku bêhna dayika wî kurt dibû lewma girêdayî cîhazê hilmijînê kirine û wiha domand: “Di dema sewqkirinê de winda bûye û tu kes agahiyekî nade me. Ji ber pirsgirêka veguhestinê, ez hefteyek piştî erdhejê (13 sibat) çûm nexweşxaneyê û min aqûbeta wê pirs kir. Lê li nexweşxaneyê tu rayedar tune bûn. Derheqê dayika min de li her du nexweşxaneyan jî tu qeyd tune ne. Tu kes bersiveke zelal nade. Peywirdarê li ber deriyê nexweşxaneya taybet, dibêje ku hemû nexweş sewqî KSU’yê hatine kirin. Nexweşxaneya zanîngehê ji ewil got ku dayika te li beşa venihêrîna awarte ye. Piştre jî em şandin cem dozger. Dozger jî tevî polîsekî em ji nezaretxaneyê şandin morgê û buroya windayan. Tiştek jê derneket. Me daxwazname da qeymeqamtiyê lê wan jî bersivek nedan. Ji bo DNA’yê mînaka xwînê standin. Agahiyên min û birayê min girtin. Gotin dê li we bigerin lê deng jê derneketiye.”    ‘EM NIZANIN KA SAX E YAN MIRÎ’   Topyurek, destnîşan kir ku li Wezareta Tenduristiyê geriyane lê ne di lîsteya birîndaran û ne jî di ya miriyan de navê wê nîne û axaftina xwe wiha qedand: “Em nizanin bê ka sax e yan mirî ye. Qeyda dayika min li ser gundê Çamlica yê Narliyê ye. Banga min ji bo rayedaran û her kesî ew e ku di vê mijarê de bihestiyar tevbigerin û ji me re bibin alîkar.”    MA / Sedat Yilmaz