Cendirmeyan 'giliyê' mexdûra erdhejê kiriye 2023-03-05 09:53:10   MELETÎ - Ozlem Akar ku ji bo kon telefonî cendirmeyan kiriye got: "Min du rojan li ser hev telefon kir. Wan jî telefonî hevjînê min kiriye û gotine, 'hevjîna te zorê dide me.'"    27 roj di ser erdhejên Mereşê re derbas bûne, lê hê jî li gelek bajaran kon negihîştiye gelek kesan. Li Taxa Orenê ya navçeya Akçadag a Meletiyê ji sedî 80'yê avahiyan hilweşiyane û mexdûrên erdhejê di konan de zehmetiyê dikişînin.   Ji mexdûrên erdhejê Dîdar Kaçînê got: "Tenê gel alîkariya me kiriye. Wekî din me tu kes li vir nedît. Her tişt çareser dibe, lê yên çûn nayên. Lewma xwezî kes nemirana. Piştî vê saetê em ê berê xwe bidin ku derê. Li vir çend donim erdê me heye, em ê çawa dest jê beridn û herin. Ger gel alîkariyê bike, em ê li vir xaniyekî çêbikin û jiyana xwe bidomînin."    Ozlem Akarê jî diyar kir ku kona ku tê de dimînin potik e û gava baran dibara dilopan dike. Akarê destnîşan kir ku Kizilay ji dêvla ku konan bifiroşe, bila wan bîne li gel belav bike.    KONÊ LI SER QEŞAYÊ   Akarê behsa tiştên di hefteya ewil de hatine serê wan kir û got: "KOneke wekî naylonê bû. Me û zarokên xwe kona xwe li ser qeşayê danî. Em 14 kes di konekê de man. Ji serma em tenê 2 şevan man. Arduyê me qediya. Hema bibêje hindik mabû em biqefiliyana. Tam hefteyekê wisa bû. Ji ber ku kon tenik bû, qeşa girt."   CENDIRMEYAN GILIYÊ WÊ KIRIYE   Akarê bilêv kir ku ji rayedaran kon xwestine û got: "Min du rojan li ser hev telefon kir. Wan jî telefonî hevjînê min kiriye û gotine, 'hevjîna te zorê dide me.' Lê ev kona heyî têra me nake. Ma têr bikira çima ez ê telefonî cendirmeyan bikim. Êvarî gava dinya ewr be didtirsim. Ji le wre gava baran bibare, ez ê şev nîvê şevê zarokan bibim ku derê. Xwedê ewilî alîkariya kesên ku ji me xirabtir bike."    MA / Dilgeş Rûvanas