Malbata Şenyaşar: Êş û doza me yek e 2023-03-05 12:30:56   RIHA - Malbata Şenyaşar di roja 713’an a Nobeta Edaletê de li ser medyaya civakî ev peyam parve kir: “Jêderka edaletê, heqîqet e. Êş û doza me yek e.”    Xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbata Şenyaşar di roja 713’an de berdewam dike. Ji ber ku di dawiya hefteyê de edliye girtî ye, malbatê çalakî li mala xwe ya li Pirsûsê domand.    Têkildarî mijarê malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ev peyam parve kir: “Jêderka edaletê, heqîqet e. Êş û doza me yek e! Heta ku kesên komkujî pêk anîn tên darizandin... Heta dawiyê bi ruhê piştevaniyê. Heta dawiyê edalet.”