HDK’ê kampanyaya ‘Tu jî di paca xwe de findekî vêxe’ da destpêkirin 2023-03-05 12:50:32   STENBOL - Ji bo balê bikişînin ser bûyerên li herêmên erdhejê qewimîn, HDK’ê bi dirûşma “Tu jî di paca xwe de findekî vêxe” kampanya da destpêkirin.    Navenda Giştî ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) li ser hesaba xwe ya fermî ya Twîtterê ji bo kesên di erdhejên Mereşê de jiyana xwe ji dest dayîn, yên birîndar bûn û bêwar û bêmal mayîn, kampanya da destpêkirin. HDK’ê bang li gelên Kurdistan û Tirkiyeyê kir ku her şev saet di 21.00’an de bi çalakiya “Tu jî di paca xwe de findekî vêxe” tev li çalakiya piştevaniyê bibin.    HDK’ê di peyama xwe de wiha got: “Ji bo xelkê me yê di bin kavilan de terkî mirinê hatine kirin, ji bo bajarên me yên hilweşiyayîn, ji bo baskên me yên şikestîn, ji bo xema me ya nayê vegotin... Ji bo ku mîrasa kesek nikare ji destê me bigire bikarin bigihînin siberojan... Her şev saet di 21.00’an de Tu jî di paca xwe de findekî vêxe!”