Tevî biryara bêçalaktiyê jî êrişên dewleta tirk didomin 2023-03-05 13:58:29   NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk li dijî endamên HPG’ê yên li Herêma Federe ya Kurdistanê 24 caran bombebaran pêk anî.   Tevî biryara bêçalaktiyê ya KCK’ê jî êrişên dewleta tirk ên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê bênavber didomin. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF); HPG’ê da zanîn ku dewleta tirk di 4’ê adarê de 5 caran bi balafirên şer êrişî herêma Çemçoyê kir. Di heman rojê de dewleta tirk 19 caran jî bi obûs, tank û çekên giran êrişî herêmên Çemço û Sîdayê kir.