Piştî erdhejê îcar jî hezaz çêbû: Şaredarî bi kolandina avahiyên TOKÎ’yê ve mijûl e 2023-03-05 16:26:30 MELETÎ  - Piştî erdhejê, li gundê Kirikkopru yê navçeya Wêranşarê hezaz çêbû. Xelkê gund ji ber hezazê bifikare û rayedar jî sersar nêz dibin. Ji şêniyên gund Selamî Tosun, got ku li şaredariyê geriyane lê şaredarî bi kolandina hîmên avahiyên TOKÎ’yê mijûl e.    Di erdhejên Mereşê de yek ji bajarên herî zêde hilweşiyayî jî Meletî ye. Piraniya navçeya Wêranşar a Meletiyê hilweşiya, li gundê Kirikkopru yê bi qasî 2 kîloemetreyan dûrî navçeyê jî gelek qelîştekên mezin çêbûn. Li devera ku qelîştek lê çêbûne, ji duh ve hezaz çêdibe û şêniyên gund li dijî rayedarên ku tevdîr negirtine bibertek in.    LI RAYEDARAN DIGERIN!    Yek ji welatiyên ku mala wî li cem devera hezaz lê çêbûye jî Selamî Tosun e.Tosun, got ku piştî erdhejê li gundê wan hezaz çêbûye û wiha got: “Me li vir ji rayedaran re got lê kesek pê re eleqeder nebû. Ji şaredariyê heta qeymeqamtî, Karûbarên Avê yên Dewletê (DSÎ) û cihên din, me serî li her deverê da. Lê dîsa jî kesek nehat. Malên me li jêra devera hezaz lê çêbûye ne. Li wê derê rûbar heye lewma malên me di bin xetereyê de ne. Jixwe bi erdhejê re me her tiştekî xwe winda kir. Çendek alavên me yên biçûk hebûn lê ew jî dê bi vê hezazê re tune bibin. Em lê digerin ku rayedarek bi me re eleqeder bibe.”    ŞAREDARÎ KARÊ TOKÎ’YÊ DIKE   Bi domdarî Tosun da zanîn ku şaredarî niha bi kar û barên TOKÎ’yê ve mijûl e û wiha bi dawî kir: “Şaredarî, hîmê avahiyên ku dê TOKÎ bifiroşe dikole. Me bi darê zorê kemçeyê peyda kir û pêşiya rûber vekir. Ev bû du roj ku li ser hev hezaz çêdibe. Roj bi roj zêdetir dibe. Gelo heke baran bibare em ê li vir çawa bijîn? Em dixwazin ku di zûtirin demê de tevdîr bên girtin. Dema mirov lê dinêre, dibîne ku ji sedî 60 hezaz çêbûye. Bila rayedar bên vê derê û çi pêwîst bike em dikarin jê re bibin alîkar. Em terkî qedera xwe hatine kirin. Nikarin xwe bigihînin tu kesekî. Yên ku em xwe digihîninê jî careke din li me venagerin.”    MA / Dilgeş Ruvanas