Li zarokan pêlîstok belav kirin û bi hev re lîstin 2023-03-05 16:45:34   MEREŞ - Meclisên Jin û Ciwanan ên HDP’ê û Dilxwazan li Elbistanê bo zarokan “Baxçeyê Zarokan” ava kirin û bi wan re lîstik lîstin.    Xebatên piştevaniyê yên bi mexdûrên erdhejê re bênavber didomin. Endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Meclisa Jinan a HDP’ê û Dilxwazên Karesatê, li navçeya Elbistan a Mereşê “Baxçeyê Zarokan a Hêvî” ava kirin. Dilxwazên ku li vê derê bi zarokan re hatin ba hev, pêlîstok belav kirin û bi zarokan re lîstik lîstin.