ROJEVA 6’Ê ADARA 2023’YAN 2023-03-06 09:00:07   * Tenduristkarên ku çûn herêma erdhejê, diyar kirin ku li navenda Semsûrê ji ber nekomkirina çopan û toza ji ber dema rakirina kavilan nexweşîn zêde bûne.   * Mexdûrê erdhejê Eyup Tûfan Karakaş ku dê, bav, kek û xwesiya wî di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane got: “AFAD roja 2'yan hat lê tu amûrên wan ên xebatê tune bûn. Amûrên xebatê roja 3’yan hatin, lê tu kes nema.”   * Berberên ku bi dilxwazî hatine Nûrdaxî û Islehiyeyê, mexdûrên erdhej traş dikin.    * Civaknas Taner Taş diyar kir ku di pêvajoyên mîna erdhejê de baweriya li dijî pergalê winda dibe û ev yek jî bi xwe re şikestineke civakî tîne. Taş, wiha got: “Kêmbûna baweriya li dijî otorîteyên navendî, dibe ku bi xwe re guherînên cidî yên civakî û siyasî bîne.”   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 714’an de berdewam bike.    * Şaxa OHD’a Îzmîrê dê rapora têkildarî girtîgehên Herêma Egeyê li avahiya komeleyê parve bike. (11.00)   * Rêxistinên civaka sivîl dê têkildarî êrişên faşîst ên di dema maça Amedspor-Bursasporê de li Tesîsên Şeyhmus Ozer a Amedsporê daxuyaniyê bidin. (12.30)   * Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Muglayê dê têkildarî binpêkirinên piştî erdhejê û daxuyaniyên îktîdarê, li Qada Sinirsizlikê daxuyaniyê bidin. (17.30)