Ji bo derxistina 600 berdanên êm li benda hilweşandina avahî ne 2023-03-06 11:04:29   MELETÎ - Li gundê Dîlek ê Meletiyê 600 berdanên tonên êm di avahiyeke pirxesar de mane. Xwediyê malê li bendê ye ku avahî were hilweşandin da ku êm ji wir derxîne.    Li gundê Dîlek ê girêdayî navenda Meletiyê, xesareke mezin gihişt avahiyeke 4 qat ku 600 telîsên êmê ajalan tê de ye. Ji bo derxistina êm, xwediyê malê Tahsîn Levent li benda hilweşandina avahî ye. Levent, da zanîn ku avahî xwar bûye, êm di depoyê de ye û wiha got: “Avahî li ber hilweşînê ye. Me agahî da rayedaran lê dibêjin ku piştî rakirina kavilên li navenda Meletiyê dê mudaxele bikin. Êdî nizanim dê mehekê bidome, du mehan an jî hêj demekî dirêjtir. A rast kesek bi me re eleqeder nîne. Em gelek mexdûr bûn. Divê ev avahî tavilê bê hilweşandin û zirara me bê pêşwazîkirin.” s