Piştgirî dan Amedsporê: Em ê li hemberî xerabiya bi van bûyerên gemar tên kirin bisekinin 2023-03-06 14:43:53   AMED - Partiyên siyasî û saziyên sivîl ên Amedê têkildarî êrişên faşîst ên li dijî Amedsporê, daxuyanî dan û wiha gotin: “Ew bi van kiryaran dixwazin atmosferekî tirsê bidin avakirin û divê em bi hev re li hember xirabiya ku bi van bûyerên gemar tê kirin rawestin.”   Lîstikvanên Amedsporê duh li Bursayê rastî êrişa faşîst a alîgirên Bursasporê hatibû û polîsan jî tenê êriş temaşe dikirin. Di encama êrişan de lîstikvanên Amedsporê bi sivikî birîndar bûn. Alîgirên Bursasporê jî di trîbunan de pankartên "Torosa spî" û "kesên paramîlîter" ên di salên 90'î de navên wan di kuştinên “kiryarnediyar” de derbas dibin vekiribûn. Tîma Amedsporê îro vegeriya Amedê û ji hêla bi hezaran ve hat pêşwazîkirin. Qefîleya Amedsporê piştre derbasî Tesîsên Şehmûs Ozer bû û li wir bi girseyî daxuyanî dan. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Baroya Amedê, Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê û gelek sazî û dezgehên sivîl ên Amedê tev li daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji hêla Serokê Baroya Amedê Nahît Eren ve hat xwendin.    ‘ÊRIŞ, ENCAMA SIYASETA NECEZAKIRINÊ NE’   Eren destnîşan kir vekirina wêneyên torosên spî û navên kesên paramîlîter ku navên wan di komkûjiyên 90’î de derbas bûne, sembola xerabiyeke biorganîze ye. Eren, diyar kir ku ew dixwazin bi vê yekê atmosfereke tirsê bidin avakirin û wiha domand: “Em baş dizanin ku ev gefxwarin û bêperwatiya li hemberî kurdan tê kirin, encama bi siyaseta necezakirinê ye. Heke wezîfedarên dewletê û kesên sûcdar di salên 90’î de bihatina cezakirin, îro ev encam dernediket.”   BANGA PIŞTEVANIYÊ   Bi domdarî Eren got ku ji ber erdhejê welêt rojên zehmet derba dike û wiha axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em hêj jî şînê digirin û hewl didin bi hevgirtineke mezin birînên xwe bipêçin. Lê divê em li hêla din jî li hemberî xirabiya ku bi van bûyerên gemar tê kirin, rawestin. Hewce ye rayedarên xemsariya wan di van bûyeran de heye bên cezakirin, derheqê walî û midûriyê emniyetê de lêpirsîn were destpêkirin û kesên tev li êrişan bûne bên cezakirin. Em van êriş û kiryaran şermezar dikin. Em bang li her kesê dilê xwe daye Amedsporê dikin ku 24 saetan li ser wêneyên profîla xwe yên medyaya dîjîtal logoya klubê bi kar bînin û hefteyekê alayên klubê bi wesayît, mal û kargehên xwe ve daliqînin.”