Baroya Bursayê daxuyanî da 2023-03-06 15:36:21   STENBOL - Baroya Bursayê diyar kir ku beriya maça bi Amedsporê re serî li dozgeriyê dane û bersiva “Tevdîrên pêwîst hatine girtin” jê re hatiye dayîn. Baroyê da zanîn ku dê vê êrişa faşîst bişopînin.    Baroya Bursayê têkildarî êrişên faşîst ên di dema maça Bursaspor-Amedsporê de li ser hesaba xwe ya medyaya civakî daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku dê ji hêla hiqûqî vê mijarê bişopînin.    Baroyê da zanîn ku ji bo pêşîlêgirtina provakasyonên îxtîmalî, rojek beriya maçê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dane û rayedaran jê re gotine ku hemû tevdîrên pêwîst hatine girtin. Bi domdarî wiha hat gotin: “Tevî vê yekê jî hinek kesên Bursaya me û Bursaspora me temsîl nakin, wêneyên ku peyamên salên 90’î yên tarî û cînayetên kiryarnediyar didin vekirin. Di demekî ku ji ber erdhejê welatê me divê hevgirtina xwe xurt bike, li dijî tîmeke mêvan çalakiyên bi vî rengî hatine kirin û em li dijî van çalakiyan e. Weke Serokatiya Baroya Bursayê em di tu şert û mercan de van liv û tevgeran qebûl nakin û hemû çalakiyên provakatîf û tundiyê şermezar dikin. Em bi rêzdarî radigihînin ku dê ji hêla qanûnî ve vê bûyerê bişopînin.”