Elçî piştî 31 salan hate berdan 2023-03-06 15:50:10   BALIKESÎR - Aydin Elçî ku 31 sal û 2 meh û 20 rojan di girtîgehê de ma, hate berdan.    Aydin Elçî (55) ji Girtîgeha Tîpa E ya Bandirma ye Balikesîrê hate berdan. Elçî, li pêşiya girtîgehê ji hêla xizmên xwe û rêveberên Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE- TUHAYDER) ve bi çîçekan hate pêşwazîkirin.    Elçî, di 23’yê kanûna sala 1991’an de li Çewlikê hate binçavkirin. Di 18 rojên binçavkirinê de bênavber hate îşkencekirin, piştre hate girtin û şandin Girtîgeha Xarpetê. Elçî, li Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) ya Amedê hate darizandin û bi îdiaya “Parçekirina yekparetiya dewletê” cezayê muebbetê lê hate birîn. Piştre jî DGM’a Kayseriyê ji ber parastina Elçî, ji heman dozê 3 salên din ceza lê birî.  Elçî, bi giştî 31 sal û 2 meh û 20 rojan girtî ma. Di vê pêvajoyê de li gorî rêzê di girtîgehên Xarpêt, Gumuşhane, Nevşehîr, Yozgat, Mûş, Erzirom, Tokat, Kandira û herî dawî jî li Girtîgeha Bandirmayê hate ragirtin.