Li herêma erdhejê mal bi mal digere û konan vedide 2023-03-07 12:18:40   HATAY - Gazî Sak ê ji roja ewil a erdhejê ve li Hatayê bi dilxwazî dixebite, diyar kir ku wî di xebatên lêgerînê û rizgarkirinê de cih girtiye û heta niha ji 150 malbatan re kon vedaye.    Erdhejên ku navenda wê navçeyên Mereşê bûn mehek li pey xwe hişt. Gelek dilxwaz li Hatayê ji bo birînên mexdûrên erdhejê bipêçin, dixebitin. Me şahidiya dilxwazek ku alîkariya mexdûrên erdhejê dike kir.    150 KON VEDAYE      Komek ji 15 kesan pêk dihat di roja sêyemîn a erdhejê xwe de xwe ji navçeya Qilebana Şirnexê gihandin Hatayê û çûn hawara xelkê. Yek ji vê ekîbê jî Gazî Sak e û ji roja ewil a erdhejê ve li Hatayê bi dilxwazî dixebite. Gazî Sak hem zexîre li xelkê belav dike hem jî ji bo malbatan kon vedide. Gazî Sak anî ziman ku ew û ekîba xwe heta niha 150 kon ji bo mexdûran vedane û heta ciwanên li gel wî hînî vedana konan bibin dê her alîkariya mexdûran bike.     PÊDIVÎ HÊ JÎ BI KONAN HEYE    Sak dibêje ew li vê derê hînî vedana konan bûye û ew gelek konên cuda vedide. Sak anî ziman ku wan rojên ewil welatiyan ji bin kavilan rizgar kir û miriyan derxistin û piştre jî tev li xebata vedana konan dibe. Sak da zanîn ku hê jî mirov di serayan de dijîn û ji ber kon nînin di serayan de dijîn û li herêma Samandagê pêdivî bi konan heye.      Sak diyar kir ku her kesê ku serî li grûba Piştevaniya Erdheja Hatayê dide diçin konên wan vedidin û ji mexdûran re dibin alîkarî. Sak anî ziman ku li Hatayê herî zêde pêdivî bi kon û malzemeyên hîjyenê heye û 15 roj her tim konan vedidin.    MA / Azad Altay - Mujdat Can