Amûrên çandiniyê di bin xirbeyan de ne, cotkar bi fikar in 2023-03-07 12:40:39 DÎLOK - Gelek amûr û maşîneyên kar ên ku di xebatên çandiniyê de tên bikaranîn di bin xirbeyan de man. Cotkaran bal kişand ku dema çandin, kezaxtin û dermankirinê derbas bû.  Li Dîlok û Mereşê ji ber erdhejê maşîneyên weke traktor, romork, dermankirin û hwd. gelek amûrên çandiniyê di bin xirbeyan de man. Li herêma ku bi berhemên xwe yên genim, pembo, fistiq, garis, pincar û zeytûnan tevkariyek mezin di hilberîna çandiniyê de heye, ji ber kêmasiya alavan, çandinî, kezaxtin û dermanên çandiniyê derengî dikevin. Cotkar, bal dikişinin ku di xebatên weke dermankirinê de dem girîng e û daxwaza piştevaniyê kir. Gelek cotkar jî diyar dikin ji ber kêmbûna hêza kar a ji ber erdhejê ew nikarin çandiniyê bikin û dan zanîn ku hilberîna çandiniyê ya li herêmê wê dakeve ji sedî 60’an.    ‘ÇANDINÎ WÊ BI BANDOR BIBE’   Li Taxa Altinuzum a navçeya Islahiyeyê ku tirî, pincar, genim, garis û şoqil lê tên çandin gelek maşîneyên weke traktor, holder û dermankirinê yên çandiniyê di bin xirbeyan de mane. Tevî ku dema çandin, kezaxtin, çandina şitilan, derzî kirin û dermankirinê hatiye jî cotkar nikarin bixebitin. Gelek karkerên ku di çandiniyê de dixebitîn koç kirin. Wergirtina karkeran a ÎŞKÛR’ê ya ji bo berteke li dijî hikumetê sivik bike bû sedema kêmbûna karkeran. Şêniyekî taxê ku balê dikişîne ser zirara heyî dibêje divê niha dermankirin bê kirin lê ji ber maşîneya holder di bin kavilan de ye dest û lingên wî girêdayî disekine. Ji bo holdereke nû peyda bike jî hêz lazim e ew jî ji ber ya herî erzan 10 hezar lîre ye ew jî gelek zehmet e.    6 TRAKTOR, KEMÇEYEK Û TOV DI BIN KAVILAN DE NE   Şeyhmûs Soylû diyar kir ku di bin xaniyê wî yê hilweşiyayî de 6 traktor, kemçeyek û tov maye û anî ziman ku wê kar bi dereng bikeve. Soylû, bal kişand ku ji ber dermankirina çandînî li herêmê bi awayekî hevkar nayê kirin Soylû da xuyakirin ku eger li herêmê dermanê çandiniyê bi hevdemî neyê kirin, wê nexweşiya ku li cihekî derdikeve belavî cihên din bibe û tevî ku wexta 10 hektar genim û 750 kokên tirî ji bo xwedîkrin, dermankirin û çandinê hatiye jî bêçare li bendê ne. Soylû, bi lêv kir ku bihayê her traktora di bin kavilan de maye herî kêm 700 hezar e û zirara wî ya komî 8-10 trilyone û ji ber kasko nîne nizane wê vê zirarê çawa bide. Soylû diyar kir ku tespîta xesarê hatiye kirin lê jê re vegerek çênebûye û anî ziman ku li herêmê xebatên çandiniyê wê ji sedî 30-40 jê bi bandor bin.    LI GUNDEKÎ 70 AMÛR NIKARIN BÊN BIKARANÎN   Cotkar Ozcan Ozturk (48) ê li taxê 28 sal in him tamîra amûrên çandiniyê hem jî firotina wan dike, destnîşan kir ku li gelemperiya navçeyê gelek amûran xesar dîtiye û da zanîn ku tenê li gundekî 70 amûr nikarin bên bikaranîn. Ozturk, anî ziman ku wê ji sedî 60’î çandiniyê bi bandor bibe û hişyar kir ku heke dermankirin, kezaxtin û çandiniya vê mehê dest pê dike di nava 10 rojan de neyê kirin wê nexweşî belav bibe.    PIRSGIRÊKA HERÎ MEZIN PERÇE YE   Ozturk, anî ziman ku pirsgirêka perçeyên yedek heye û her ku diçe biha dibin û wiha got: “Ez karê xwe bikim, bi erdê xwe ve mijûl bim, karê dermankirinê bikim an biçim alîkariya cîranê xwe, em nizanin ka em ê çi karî bikin.”   ‘EM NIKARIN AMÛRAN PEYDA BIKIN’   Li gundên Narli û Gedîklî yên navçeya Nûrdagi ya Dîlokê jî gelek amûrên çandiniyê di bin kavilan de mane. Basri Yilmaz diyar kir ku ji bo pincaran dema cotkirinê ji bo garis dema dermankirin û gubrekirinê ye û anî ziman ku maşîneyên wî yên çandiyê ku bi bihayê 40 hezaran û 3 traktorên wî yên bi bihayê 700 hezaran di bin kavilan de ne. Yilmaz diyar kir ku 8 ton ceh, 5 ton gubre û 2 ton mazot di bin xirbeyan de ye û anî ziman ku alavên ji bo 500 donim genim û 250 donim pincar, fistiq û îsot ku dê biçîne nabîne.    ‘EZ NIKARIN DESTÊ XWE BIDIM TIŞTEKÊ’    Nadîr Yaşar ê di erdhejê de dayik, bav û xizmên xwe windakirin anî ziman ku di rewşeke ku nikare destê xwe bide tiştekê û da zanîn ku toneke tov, 3 ton gübre û 3 traktorên ku her yek ji wan bi ser milyonek û 100 hezaran  ji ber di bin xirbeyan de man erdê wî yê 250 hezar li benda çandinê ye.    MA / Sedat Yilmaz