Mexdûrên erdhejê ku konên wan di bin avê de man konteyniran dixwazin 2023-03-07 13:38:06 HATAY - Di encama bager û barana duh li Hatayê de konên mexdûrên erdhejê firiyan û gelek jî di bin avê de man. Welatî, daxwaza konteyniran dikin.    Li Hatayê ku di erdehejê de bandoreke rûxîner lê çêbûbû, duh bager rabû û baraneke zêde bariya. Ji ber vê rewşê, mexdûrên erdhejê kêliyên zehmet derbas kirin. Ji ber avahiyên xisar gihiştiyê, kîremît û banên avahiyan, welatiyan xwe spartin qadên vala. Welatiyên di bin konan de diman jî di bin av û heriyê de man.    Barana li bajar heta serê sibehê berdewam kir. Ji ber baranê gelek kon di bin avê de man. Tevahiya alav û amûrên di bin konan de jî şil bûn. Gelek malbat ji ber vê rewşê neçar man ku li derve bimînin. Hinek kon jî ji ber bagerê firiyan. Welatî niha hewl didin konên xwe yên firiyayî dîsa vedin û li derdora wan bi kevir û bîdonên avê tevdîran digirin.    Ji serê sibehê ve li bajar tav derket. Welatiyan amûrên xwe yên şil bûyîn raxistin ber tavê û hewl didin deverên konên xwe yên çiriyayî bidûrin.    DAXWAZA KONTEYNIRAN   Welatiyê bi navê Serdar Karakaş ku li Taxa Çekmece ya Defneyê tevî 11 kesan di heman konê de dijî, diyar kir ku şil bûne û zarok tirsiya ne. Karakaş, wiha got: “Em ê bi awayekî li ber xwe bidin. Îşala alîkarî bên. Konên heyî têr nakin. Heke tavilê konteyner bihatina şandin dê baş bûbûya. Ji ber ku xisar gihiştiye malên me û em nikarin di wan malan de bijîn.”    Her wiha gelek kolanên din ên taxê di bin avê de mane. Daxwaza mexdûrên erdhejê jî konteynir in.     MA / Azad Altay - Mujdat Can