Xebatkarê Modernîteya Demokratîkê Dîşari hat berdan 2023-03-07 19:27:55   STENBOL - Belavkarê Kovara Demokratîk Modernîteyê Ramazan Dîşari piştî 5 meh û nîvan hat berdan.    Xebatkarê Kovara Demokratîk Modernîteyê Ramazan Dîşari, di 25'ê Îlona 2022'yan de, ji ber ku di kongreya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Tekirdagê de kovar belav kiribû, hatibû binçavkirin. Dîşari di 26'ê Îlonê de jî bi îdiayên "endamtiya rêxistinê", "propagandaya rêxistinê" û "peydekirina fînansê ji bo rêxistinê" hatibû girtin û şandibûn Girtîgeha Tekirdagê ya Hejmara 2'yan a Tîpa T'yê. Îdianameya der barê Dişarî de, di 10'ê Çileya 2023'yan de hatibû amadekirin û Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Tekirdagê jî îdinameyê qebûl kiribû.    Danişîna ewil a dozê îro li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Tekirdagê hat lidarxistin.    Dadgehê dema girtina Dîşarî esas girt û biryara berdanê da. Danişîna bê taloqî 25'ê Gulanê hat kirin.