Ciwanên ku li Rihayê hatin binçavkirin hatin berdan 2023-03-07 23:16:37     RIHA – 8 ciwanên ku di protestokirina êrişên li dijî Amedsporê de hatibûn binçavkirin, piştî îfadeyê hatin berdan.    Endamên Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê û Koma Dîrenîş a Rihayê Mahmût Çoban, Senem Erîş, Muhsîn Aydogdû, Sadûllah Bîrcan, Mûrat Arslan, Huseyîn Arslan, Mahmût, Bayar û Îbrahîm Damdam ku ji ber protestokirina êrişên li dijî Amedsporê hatibûn binçavkirin piştî îfadeya li midûriyeta polîsan hatin berdan.