Nobeta Edaletê di sala 3’yan de ye: Li dijî zilmê bêdeng nebin 2023-03-08 10:19:43 RIHA - Malbata Şenyaşar da zanîn ku Nobeta Edaletê di sala 3’yemîn de bi piştevaniyê mezin dibe û wiha got: “Ev doz, doza mirovahiyê ye. Divê tu kesê ji xwe re dibêje mirov li hemberî vê zilmê bêdeng nemîne.”    Xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê dikeve sala 3’yan.    Di dema têkoşîna edaletê de derheqê Emîne Şenyaşar de 28 lêpirsîn hatin vekirin û Şenyaşar di sala 3’yemîn a Nobeta Edaletê de banga mezinkirina piştevaniyê dike. Şenyaşar, got ku ev du sal in li pêşiya Edliyeya Rihayê doza edaletê dikin û ev tişt anî ziman: “Bêyî ku guh bidin berf, baran, serma û germê, me Nobeta Edaletê berdewam kir. Me rojiya xwe li vê derê vekir. Heta ku kurê min tê berdan jî ez ê ji vi ranebim. Kesên hevjîn û du kurên min kuştin, niha li Pirsûsê bi rehetî digerin. Bila ev kes êdî bên girtin. Zilmeke zor li me kirin. Çima hêj wiha serbest digerin? Kesek li nexweşxaneyê nayê qetilkirin, nayê parçekirin. Ez û Haci Esvet bi hev re çûn nexweşxaneyê. Haci li nexweşxaneyê parçe kirin. Ev çi dewlet û hikûmete ku mirov li pêş çavên polîsan wiha tên qetilkirin.”   ‘PIŞTEVANÎ HÊZ DIDE ME’   Bi domdarî Şenyaşar anî ziman ku heta niha edalet pêk nehatiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji malbata me 3 kes kuştin û 3 kes jî birîndar kirin. Ew jî ji mirinê filitîn. Tu sûcekî zarokên min tune ye. Ev yek pirsiyan lê tu sûc ji bo wan nedîtin. Kurê min Fadil girtin û ev 5 sal in di hucreyeke yekkesî de tê ragirtin. Ev çi wijdane di vê hikûmetê de? Di dilê van de qet rehm tune ye. Bes e êdî bila kurê min berdin. Ez jî êdî westiyam. Çavên min nabînin, çokên min xwe nadin ber min. Dixwazim êdî biçim mala xwe. Ez vê zilma dewletê qebûl nakim. Daxwaza min edalet e. Ez dixwazim gel bê cem min û piştevaniyê bikin. Dema milet tê vê derê mirûzê me xweş dibe. Em xwe bi wan bihêztir hîs dikin. Tu carî em bi tenê nehiştin. Xwedî li me derketin.”    ‘HEMÛ DINYA DIZANE KU EM HEQ IN’   Ferît Şenyaşar ku ji êrişê xwe xelas kiribû û tevî dayika xwe Emîne Şenyaşar ev 2 sal in bênavber li pêşiya Edliyeya Rihayê Nobeta Edaletê digire jî diyar kir ku li holê bêhiqûqî û bêedaletiyeke mezin heye. Şenyaşar, destnîşan kir ku dewlet baş bi vê bêhiqûqî û bêedaletiyê dizane û wiha pê de çû: “Doz, 4 salan li vê derê ma. Di van 4 salan de 10 dozger hatin guherandin lê tu tiştekî hiqûqî nehat kirin. Herî dawî doza me şandin Meletiyê û me bi serdozger re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de ji me re got ku ji hêla hiqûqî ve tiştekî ku bikarin bikin tune ye. Gelo çima ji bo tu kesên komkujiya nexweşxaneyê kirin biryara nedan? Hemû dinya dizane ku em heq in.”    ‘POLÎS JI ME DIXWAZIN KU HEQÊ XWE LI WAN HELAL BIKIN’   Bi domdarî Şenyaşar bi lêv kir ku dema nobeta xwe li pêşiya edliyeyê didomandin, gelek caran polîsan bi darê zorê ew û dayika wî ji wir dûr xistine. Şenyaşar, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Her tim hewl dan me ji pêşiya edliyeyê dûr bixin. Di van du salan de polîs gelek caran hatin cem me û ji ber zilm û neheqiya li me kirine dixwazin em heqê xwe lê helal bikin. Beriya niha hêzên ewlekariyê cezayê pereyan dan me û dest danîn ser pankartên me. Niha jî lêborîn xwestin û pankart li me vegerandin. Polîs jî vê têkoşîna me ya rewa mafdar dibînin.”    ‘HETA EDALET PÊK TÊ EM Ê NOBETA XWE BIDOMÎNIN’   Şenyaşar bang li her kesî kilr ku xwedî li têkoşîna edaletê derkevin û axaftina xwe wiha qedand: “Ev doz, doza mirovahiyê ye. Divê her kesê ji xwe re dibêje mirov li hemberî vê zilm û neheqiyê bêdeng nemîne. Me du salan bênavber nobeta xwe domand. Çavên xwe ji çêkirina avahiyên nekarin xwe li ber erdhejê bigirin girtin û rê li ber karesateke mezin vekirin. Me ji ber erdhejê 2 hefteyan navber da çalakiyê. Di erdhejê de xizmên me jî jiyana xwe ji dest dan. Ji bo piştevaniya bi wan re em çûn herêmên erdhejê. Di vê pêvajoyê de em nexweş bûn, me rojên zehmet derbas kirin lê me dev ji nobetê berneda. Heta edalet pêk tê jî dê nobeta me bidome.”    MA / Omer Akin