Prof. Dr. Zencîr: Bila Wezaret xwe bide alî em ê her tiştî bikin 2023-03-08 10:20:25 MEREŞ - Prof. Dr. Mehmet Zencîr diyar kir ku li gel di ser erdhejê re mehek derbas bû jî li Semsûr û Hatayê hê jî xizmetek pêwîst a tenduristiyê nehatiye dayîn û got: “Bila Wezareta Tenduristiyê xwe bide alî. Em kedkarên tenduristiyê dê her tiştî bikin.”    Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmeta Civakî (SES) wek şandeyek li herêmên erdhejê lêkolînan kir. Prof. Dr. Mehmet Zencîr ê Pisporê Tenduristiya Gel jî di nav şandeyê de bû. Zencîr diyar kir ku ew ji roja 3’yemîn a erdhejê ve hewl didin pêdiviyên mexdûrên erdhejê bicih bînin. Zencîr da zanîn ku hê jî bêkordînasyonî didome û hê jî li herêmên erdhejê di nav mexdûrên erdhejê de cihêkarî didome û got: “Xizmet û xebata dewletê ya li Mereşê û navçeyên wê li Semsûr û Antakyayê nayê dîtin. Ev tiştek ne tesadufî ye.”    XIZMETEK PARASTINA TENDURISTIYÊ    Zencîr bal kişand ser xizmeta tenduristiya parastî û divê xizmeta tenduristiyê bi lez û bez bikeve dewrê û pêdiviya av, serşok û tewaletan ku pêşî li nexweşiyên belavbûyî bigire bicih werin anîn. Zencîr da zanîn ku pirsgirêka nebûna avê rê li ber gelek pirsgirêkan û nexweşînan vedike û xwest pirsgirêka avê demildest bê çareserkirin. Zencîr anî ziman ku heke paqijî bê peydakirin dê rê li ber belavbûna nexweşînên şewbê bigire û pêdivi hin bêtir bi xebata saziyan heye.    ‘BILA WEZARET XWE BIDE ALÎ’    Zencîr diyar kir ku her çiqas SES û Yekitiya Tabîbên Tirk banga “em div ê pêvajoyê de hevkariyê bikin” li Wezareta Tenduristiyê kirine jî lê Wezaret vê bangê ji nedîtî ve hatiye û got: “Naxwazin bi tu awayî bi me re têkiliyê deynin û bixebitin. Herî zêde jî pêdivî bi vê heye. Îktidar li her cihî astengiya ji me re derdixe. Ev nayê qebûlkirin. Bila Wezareta Tenduristiyê xwe bide alî. Bila li ber kedkarên tenduristiyê nebe asteng. Em dikarin her tiştî bikin. Divê kedkarên tenduristiyê azad bin. Çareseriya pirsgirêkên di tenduristiyê de rizgariya ji rejîma ‘yek zilamî’ ye. Em dikarin bikin. Hêza me ku em xizmeta tenduristiyê bikin heye. Em kedkar dikarin bi rêk û pêk bixebitin. Her çiqas nêrînên me cuda bin jî lê em dikarin xebatek dewlemend û baştir bikin.”    MA / Rûkiye Adiguzel