Hevserokê HDP’a Bazarcixê Îper jiyana xwe ji dest da 2023-03-08 10:26:34   MEREŞ - Hevserokê HDP’a Bazarcixê Erdal Îper di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da.    Hevserokê Rêxistina Partina Demokratîk a Gelan (HDP) ê Bazarcix a Mereşê Erdal Îper di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da. Îper, di saetên serê sibehê de li mezraya Torolar ê gundê Kizirliyê krîza dil derbas kir. Îpter, bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bazarcixê lê tevî hemû hewldanan jî nehat xelaskirin.    Cenazeyê Îper dê piştî kar û baran were definkirin.