Alîkariyên li ser keyayan tên şandin nagihijin gel 2023-03-08 10:33:49 DÎLOK - Hat zanîn ku alîkariyên ji bo Islehiyeyê li ser keyayan tên şandin nagihijin gel.    Di encama erdhejên Mereşê de li navçeya Islehiye ya Dîlokê hilweşîneke mezin çêbû. Tevî ku bi ser erdhejê re mehek derbas bû jî bi qasî tê xwestin alîkarî negihiştine gel. Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Lezgîn (AFAD) li ser keyayên tax û gundan alîkariyê dişîne lê mexdûrên erdhejê nikarin xwe bigihînin van alîkariyan.    ‘PÊDIVIYA MIN BI HER TIŞTÎ HEYE’   Ji mexdûrên erdhejê Emîne Atmaca diyar kir ku piştî erdhejê li Taxa Beylerê di konê de dijî û wiha got: “Gelek tiştên min kêm in. Em nikarin erzaq jî peyda bikin. Ne betaniyeyeke me û ne jî doşekek heye. Em 15 kes in. Pêdiviya me bi her tiştî heye. Ez ji keyayê taxê re dibêjim lê ew jî dibêje; ‘Ma tu tenê heyî.’ Ez bang lê dikim lê nayê. Dibêje; ‘Ma ez ê bi kîjan ji we re mijûl bibim.’ Ez dixwazim ku pêdiviyên me bên bicihanîn. Ez tevî zarok û neviyên xwe di bin konê de dijîm. Pêdiviya min bi her tiştekî heye. Pêdiviya min bo betaniye û doşekan heye. Konê min bikişînin û bila bibînin. Ma em hemwelatî nînin? Dixwazim rayedar ji me re bibin alîkar. Ji min re dibêjin; ‘here bila keya bê.’ Ev keya, keyayê Taxa Beylerê ye. Me ew hilbijart û kir taca serê xwe. Lê niha guh nade me.”    Li ser vê yekê me xwe gihand keyayê taxê. Keyayê taxê ji bo van gotinan dibêje ‘rast nînin.’    MA / Omer Îbrahîmoglû