Nexweşa penceşêrê ku ji sedî 95 astengdar e di avahiya pirxesar de dimîne 2023-03-08 12:05:02   MEREŞ - Ji mexdûrên erdhejê Dondu Dogan hem nexweşa penceşêrê û hem jî ji sedî 95 astengdar e. Dogan, nikare di konê de bimîne lewma neçar bûye ku di mala xwe ya pirxesar de bimîne.    Taxa Çogulhan a navçeya Afşîn a Mereşê di erdhejên Mereşê de bandoreke mezin lê çêbû. Li gel erdhejê, her wiha Santrala Enerjiyê ya Termîk a Afşîn-Elbistanê jî li taxê rê li ber hilweşîneke mezin vekiriye. Bi avakirina santalan re hejmara şêniyên taxê daket 949 kesan. Rêxistina Civaka Sivîl a hawirdorparêz Greenpeace diyar kiribû ku qirêjiya hewa ya Afşîn û Elbistanê, 16 qet ser lîmîta Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê re ye. Vê yekê li navçeyê rê li ber gelek nexweşiyan vekir. Şêniyên taxê bi sala ye zirareke mezin ji santralan dît, niha jî bi encamên erdhejê re rû bi rû ye. Gelemperiya avahiyên taxê hilweşiyan an jî xesareke mezin gihiştê. Welatiyên ku kon peyda kirine di konan de û yên din jî di malên xwe yên pirxesar de dimînin.    HEM ASTENGDAR HEM JÎ NEXWEŞA PENCEŞÊRÊ YE    Welatiya bi navê Dondu Dogan a 52 salî li Taxa Çogulhanê dijiya, ji ber santralan 3 sal berê bi nexweşiya penceşêrê ketiye. Her wiha di erdhejê de xesareke mezin gihişt mala wê. Dogan, ji ber hewayê qirêjî yê Çogulhanê koçî Afşînê kir û mala wê xesareke mezin gihiştiyê. Dogan, hevjînê wê, kurê wê, bûka wê, neviyên wê û bi xwîşka xwe ya astengdar re derbasî mala dayika xwe ya li Çogulhanê bû ku di erdhejê de xesareke mezin gihiştiyê û biryara hilweşandinê hatiye dayîn.    Dogan, got ku di erdhejê de nedikariya bimeşe lewma bi alîkariya hevjînê xwe derketiye derve û wiha got: “Hevjînê min Nûrettîn ez dam pişta xwe û derxist. Li Afşînê hemû kes derketibû, herî dawî em derketin. Hat qedexekirin ku em bikevin mala me ya li Afşînê. Xesareke mezin gihiştiye mala li Çogulhanê jî. Lê kon sar in lewma em di mala pirxesar de dimînin. Nikarim bimeşim û destên min nagirin. Di paşerdhejokan de nikarim derkevim. Kon sar in lewma nikarim bimînim. Heke klozet nebe nikarim biçim destavê. Nikarim rakevim. Jixwe ez ji ber hewayê qirêjî bi vê nexweşiyê ketim û niha jî hem av û hem jî hewa qirêjî ye. Ev yek bandoreke neyînî li min dikin.”    LI MALÊ JI ERDHEJÊ DI BIN KONAN DE JI JEHRÎBÛNÊ DITIRSE    Pêdiviya Dogan bi hîjyen, germahiyê, paqijî û daşireke ku bi rehetî bikevê heye. Di bin konan de pêdiviyên wê nayên bicihanîn û daxwazên xwe wiha rêz kir: “Ez nikarim xwe li ber sermayê bigirim. Weke nexweşek daxwaza cihekî ku bikarim lê bimînim dikim. Heke nexweş nebûma dê min her pêdiviya xwe bi cih bianiya. Nikarim bi tena serê xwe biçim destavê jî. Çendek roj berê boruya sobeyê ji ber hewa ket. Hindik mabû bixeniqiyam. Li malê ji erdhejê, di bin konan de jî ji jehrîbûnê ditirim.”    Hevjînê Dogan, Nûrettîn Dogan jî qelîştekên avahî yek bi yek nîşan da û wiha bertek nîşan da: “Lênihêrîna hevjîna min pir zor e. Yek tiştekî pêdiviya wê pê heye tune ye. Gelo ma nexweşeka penceşêrê dikare bi 5 kesan re di bin heman konê de bimîne? Ji bo konteynirê me serlêdan kir lê nedan. Nexweşa min nikare di bin konê de bimîne. Divê li devereke paqij be û bi rehetî bikare biçe daşirê û bê. Lê yek ji van jî tune ne. Em terkî qedera xwe hatine kirin.”    AVA MALÊ WEKE HERIYÊ DIHERIKE    Yek ji pirsgirêkên din ên Dondu Dogan jî madeyên xwarinê ne. Divê şînkatiyê û berhemên şîr bixwe. Lê tenê xurek jê re tên şandin. Her wiha ava malê jî mîna heriyê diherike. Hevjînê wê Nûrettîn Dogan wiha bertek nîşan dide: “Vaye xurekên ji bo nexweşa penceşêrê tên şandin ev in.”    MA / Yusra Batihan