Kiliçdaroglû dê serdana HDP'ê bike 2023-03-08 21:24:24       ENQERE - Namzetê Serokkomariyê yê Tifaqa MIletê Kemal Kiliçdaroglû dê serdana HDP'ê bike.    Namzetê Serokkomariyê yê Tifaqa Miletê Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû, dê serdana Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bike.   Serokwekîlê Koma CHP'ê Ozgur Ozel, di bernameya televîzyonekê de diyar kir ku dê Kiliçdaroglû serdana HDP'ê û partiyên siyasî yên din bike û got: "Tişta ji bo AKP'ê helal, ji bo CHP'Ê ne heram e. Gava ew bikin aferim, lê gava em bikin ewk. Ew Tirkiye çû."