ROJEVA 9'Ê ADARA 2023'YAN 2023-03-09 09:00:06   * Xwendekara lîseyê Nazî Alamdariyê diyar kir ku li Îranê di êrişên bi gazên jehrî yên li hemberî dibistanên xwendekarên keç de gelek kesan jiyana xwe ji dest daye û got ku hejmara rast nayê eşkerekirin.    * Abûzer Kuçukboga ku di erdhejê de 4 zarokên wî jiyana xwe ji dest dane, bertek nîşanî 10 hezar lîre alîkariyê da û got: "Piştî erdhejê 10-11 rojan şunde hatin gotin, 'hûn çawa ne?' Bila zarokên min ji min re bînin, ez ê 300-500 hezar lîreyî bidim wan."    * Li Wêranşarê keda salekê ya tûtinfiroşan di bin kavilan de ma. Cotkaran got ku ew ji dewletê alîkariyê naxwazin, ew dixwazin dewlet astengiyên li ber bazarkariyê rake.    * Malbata Dijwar Aydogan ku li Efrînê jiyana xwe ji dest da, ji ber ku sîxurtî lê tê ferzkirin û tim gef lê tê xwarin, serî li ÎHD'ê da û gilî kir. Dayik Emîne Aydogan bi lêv kir ku li wan tê ferzkirin ku li ber HDP'ê rûnên û got: "Cenazeyê kurê min winda ye, em cenazeyê xwe dixwazin."    * Hevserokê Desteya Rêveberiya Xweser a Şengalê Azad Hisên diyar kir ku li gel vegerên ber bi Şengalê ve êrişên Tirkiyeyê dest pê kirine û got: "Divê her kes vegere mala xwe û bi destê xwe mala xwe ava bike. Mezinên me gotine, 'Li Şengalê yek kes nemîne jî dar û barên çiyayê Şengalê rê nadin dijmin ku desthilatdariyekê li ser vî çiyayî bide meşandin.'"   * Dozgerê lêpirsînê ku îdianameya 16 rojnamevanên girtî 9 meh in amade nekiriye got: “Belgeyên dîjîtal pir in.”   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar wê di roja 717’emîn de berdewam bike.    * Hevberdevkên Komîsyona Zarokan a HDP’ê Nûray Turkmen û Huseyîn Kaçmaz wê li navenda partiyê li ser rojeva erdhej û zarokan civîneke çapemeniyê li dar bixin. (11.30) ZINDÎ   * Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê ji bo rojnamevanên girtî ku 9 meh in îdianameya wan nehatiye amadekirin dê li ber Edliyeya Amedê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00) ZINDÎ   * Şaxên ÎHD’ê û OHD’ê yên Stenbolê û Komeleya Civakî ya Sîvîl a di Pergala Înfaza Ceza de têkildarî îşkencekirina 2 girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2’yan tên ragirtin wê li ÎHD’ê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00)