Dozgerê ku îdianameya rojnamevanan 9 meh in amade nekiriye: Belgeyên dîjîtal pir in 2023-03-09 09:04:03 AMED - Dozgerê lêpirsînê ku îdianameya 16 rojnamevanên girtî 9 meh in amade nekiriye wiha got: “Belgeyên dîjîtal pir in.”   Operasyona li Amedê di 8’ê hezîranê de hate lidarxistin 20 jê rojnamevan 22 kes hatin binçavkirin. Di operasyonê de li gel malên rojnamevanan li şîrketên Pel, Piya û Arî û buroya JINNEWS’ê ku rojnamevan lê dixebitin jî lêgerîn hate kirin. Di Piya û Arî Yapimê 30 rojan zêdetir di bin navê “lêgerînê” de dorpêça polîsan berdewam kir û nehiştin xebatkar bikevin avahiyê.    Di serdegirtina malan de Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê Serdar Altan, Midurê Karên Nivîsan a rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, Midura JINNEWS’ê Safîye Alagaş, edîtora JINNEWS’ê Gulşen Koçûk, Edîtorê MA’yê Azîz Orûç, rojnameger Omer Çelîk, Sûat Dogûhan, Ramazan Gecîken, Esmer Tûnç, Neşe Toprak, Zeynel Abîdîn Bûlût, Mazlûm Guler, Mehmet Şahîn, Elîf Ungur, Îbrahîm Koyûncû, Remziye Temel, Mehmet Yalçin, Abdurrahman Oncu, Lezgîn Akdenîz û Kadîr Bayram, welatî Feynaz Koçûk û Îhsan Ergulen hatin binçavkirin. Piştî binçavkirina 8 rojan berdewam kir, rojnamevan û welatî derxistin Edliyeya Amedê.   Gulşen Koçûk, Esmer Tûnç, Mehmet Yalçin, Kadîr Bayram, Feynaz Koçûk û Îhsan Ergulen bi şertê kontrola edlî hatin berdan. 16 rojnamegerên din, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin. Ji bo îdiayan jî axaftinên rojnamegeran ên bi çavkaniyên xwe re kirine, bernameyên televîzyonê, nûçeyên çêkirine û pirsên ji mêvanên tev li bernameyan bûne hatine pirsîn wek hincet hatine nîşandan. Tevî 9 meh derbasbûn jî hêj îdianameya rojnamevanên girtî nehatiye amadekirin.    HINCETA DOZGER   Parêzerê rojnamevanan Resûl Temûr diyar kir ku dozgerê ku têkildarê mijarê pê re hevdîtin kir wiha jê re gotiye: “Materyalên dîjîtal pir zêde ne divê bên belgekirin.” Dozger diyar kir ku belgekirina materyalan jî wê piştî Miduriyeta Polîsan a Amedê ya ji ber erdhejê xesar gihiştiyê veguhêzin cihekî nû wê bê temamkirin.    JI SERDOZGER JÎ HEMAN HINCET   Serokê Baroya Amedê Nahît Eren jî têkildarî temamkirina lêpirsîna rojnamevanan bi Serdozgerê Komarê yê Amedê re hevdîtin kir. Serdozger ji ne amadekirina îdianameyê re gotina “Belgeyên dîjîtal gelek zêde ne, tiştek ji destê me nayê” weke hincet nîşan da.