Sîxurtî û çûna ber HDP'ê li wan tê ferzkirin 2023-03-09 09:13:15 MÊRDÎN - Malbata Dijwar Aydogan ku li Efrînê jiyana xwe ji dest da, ji ber ku sîxurtî lê tê ferzkirin û tim gef lê tê xwarin, serî li ÎHD'ê da û gilî kir. Dayik Emîne Aydogan bilêv kir ku li wan tê ferzkirin ku li ber HDP'ê rûnin û wiha got: "Cenazeyê kurê min winda ye, em cenazeyê xwe dixwazin."    Malbata Aydogan ku li gundê Barmanê yê Stewra Mêrdînê dimîne, tim rastî zext û tahdeya kesên ku xwe wekî îstixbaratê didin naskirin tê. Malbata Aydogan ji ber van zextan giliyê van kesan kir. Ferdên malbata Dijwar Aydogan (Rênas) ê YPG'î ku li Efrînê di êrişên Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dest daye, zêdetirî salek e ji aliyê kesên ku xwe wekî "endamên îstixbaratê" didin naskirin ve gelek caran hatine desteserkirin.    Bav Ramazan Aydogan ê 58 salî di 3'yê adarê de bi awayekî derqanûnî hat binçavkirin û jê hatiye xwestin ku wekî endamê îstixbaratê bixebite. Ji ber vê bav Ramazan û dayik Emîne Aydogan di 7'ê adarê de serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrdînê dan.    GAVA ÇÛYE NOTERÊ HATIYE BINÇAVKIRIN   Ramazan Aydogan gava ji bo wekaletê bide parêzerên ÎHD'ê çûye noterê, li ber Notera 2'yan a li navçeya Artûklû ya Mêrdînê ji aliyê heman kesan ve hatiye binçavkirin. Aydogan, piştî mudaxileya parêzerên ÎHD'ê hatiye berdan û li ÎHD'ê giliyê van kesan kiriye.    Aydogan wiha behsa tiştên hatine serê wan kir: "Bi qereqolê dest pê kir û bi îstixbarata Bismilê re dewam kir. Paşê qereqola cendirmeyan a Stewrê jî daxil bû. Ji me xwestin em bi dewletê re bixebitin û sîxûrtiyê bikin. Gotin ger tu nekî 'em ê te bikujin.' Qereqola Elfanê jî heman tahde li me kir. Paşê jî îstixbarata Mêrdînê çend caran ez binçav kirim."    GOTINE 'TU YÊ JI ME RE BIXEBITÎ'   Bi domdarî Aydogan diyar kir ku her cara ku hatiye binçavkirin bi mirinê gef lê hatine xwarin û wiha axivî: "Di 7'ê adarê de diçûm noterê, hatin. Gotin, 'çima tu bersivê nadî?' Min jî got, bersiveke ku bidim we tune ye. Gotin, 'Çima tu ji dewletê re naşixulî. Tu bi dewletê re xayintiyê dikî.' Yekî got navê wî Hamza ye û yekî jî got ji Amedê ye û navê wî Şeyhmûs e û bi kurdî diaxivî. Xwestin ez bi wan re bixebitim. Gotin, wesayîta te di çalakiyan de hatiye bikaranîn. Gotin, ger tu bi me re nexebitî em ê te û wesayîta te tevde winda bikin. Min wesayîta xwe firot. Di binçavkirina dawî de gef li min xwarin, gotin 'Em ê te şilfî tazî bikin. Em ê ji erdhejê xirabtir bînin serê te. An tu yê bi me re bixebitî an jî tu yê sax nemînî.'"    RÛNIŞTINA LI BER HDP'Ê LI WAN FERZ DIKIN   Dayik Emîne Aydogan (50) jî diyar kir ku tim tên nerihetkirin û rûniştina li ber HDP'a Amedê li wan tê ferzkirin. Aydogan da zanîn ku leşkeran gelek caran avêtiye ser mala wan û ev tişt anî ziman: "Gotin, kurê te ji ber çi çûye çiyê. Min jî got, kurê min ji ber tehdeya we çû. Xwestin ez biçim Amedê, li ber HDP'ê rûnim. Min jî got, ez naçim rûnanêm. Gotin, em ê we gulebaran bikin, em ê kîmyasalê bavêjin mala we. Kurê min bi zora kesî neçû. Tu eleqeya çûna wî bi HDP'ê re tune ye."   ‘EZ CENAZEYÊ KURÊ XWE DIXWAZIM'   Aydogan destnîşan kir ku kurê wê di sala 2019'an de li Efrînê di êrişên Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dest daye û hê jî cenazeyê wî nehatiye dîtin û axaftina xwe wiha qedand: "Ez jî ji wan cenazeyê kurê xwe dixwazim. Cenazeyê kurê min winda ye, em cenazeyê xwe dixwazin."    MA / Ahmet Kanbal