Rêveberiya Xweser a Şengalê: Iraq dê poşman bibe ku rê dide Tirkiyeyê 2023-03-09 09:16:12 NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê Desteya Rêveberiya Xweser a Şengalê Azad Hisên diyar kir ku li gel vegerên ber bi Şengalê ve êrişên Tirkiyeyê dest pê kirine û got: "Divê her kes vegere mala xwe û bi destê xwe mala xwe ava bike. Mezinên me gotine, 'Li Şengalê yek kes nemîne jî dar û barên çiyayê Şengalê rê nadin dijmin ku desthilatdariyekê li ser vî çiyayî bide meşandin.'"   Di 6'ê sibatê de li Mereşê du erdhejên bi hêza 7.7 û 7. 6'an çêbûn û di van erdhejan de nêzî 50 hezra kesî jiyana xwe ji dest dan. Dema ku çavê hemû cîhanê li herêma erdhejê bû, Tirkiyeyê jî êrışên xwe yên li dijî Rojava û Şengalê berdewam kirin. Tevî kareseta erdhêjê jî Tirkiyeyê êrişên xwe berdewam kirin û heta niha 2 êrışên hewayî û 18 êrişên bejayî li dijî Rojavayê pêk anîne. Her wiha di 27'ê sibatê de dîsa bi balafireke biçek û bêmirov (SÎHA) nêzî gundê Behrava yê Şengalê êriş bir ser wesayîteke Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û di encama êrîşê de ji fermandarên YBŞ’ê Pîr Çeko û Agir Cefrî jiyana xwe ji dest dan û şervanek jî birîndar bû.    Hevserokê Desteya Rêveberiya Xweser a Şengalê Azad Hisên der barê van êrişên Tirkiyeyê de axivî.    'KESÊN KU ŞENGALÊ PARASTINE DIXWAZIN WAN TUNE BIKIN'   Hisên ku bertek nîşanî êrişan da diyar kir ku êzidî niha jî bi qirkirinekê re rû bi rû ne û wiha axivî: "Di vê tabloya siyasî de em vê dibînin ku fermana 3'yê tebaxa 2014'an hê berdewam e. Ji ber çi berdewam e? Ji ber ku ew kesên ku di sala 2014'an de li dijî DAIŞ'ê çek rakirin û parastina Şengalê kirine îro tên şehîdkirin. Ev jî tê wê wateyê ku ferman berdewam e. Her wiha di kampên PDK'ê de yên ku Êzidî lê dimînin, rojane bi dehan kon tên şewitandin, di wan konan de mirov tên şewitandin. Ev jî yek ji xalên qirkirina êzidiyan e. Heger êzidî ji çanda xwe, baweriya xwe dûr bikevin ev jî perçeyeke qirkirinê ye. Ev hemû beşên qirkirina êzidiyan e. Ne tenê ji aliyê ruhî ji aliyê fikrî ve jî rastî qirkirinê tên. Kesên ku di fermanê de hevalbendiya DAIŞ'ê kirine îro jî hevalbendiya DAIŞ'ê dikin. Ji ber ku yê ku DAIŞ anîn jî dewleta tirk bû û yê ku DAIŞ xurt kirin jî dewleta tirk bû. Dixwazin ew kesên ku Şengalê û ev bawerî parastine wan tune bikin."    'DIVÊ HER ÊZIDIYEK VEGERE MALA XWE'   Hisên di berdewamê de bi lêv kir ku bi van êrişan tê xwestin ku êzidî Şengalê terk bikin û got: "Bi van êrîşan peyama, 'em hebûna we li ser vê axê qebûl nakin, em qebûl nakin ku hûn hebin û divê hûn li ser rûyê cîhanê nebin' didin êzidiyan. Dixwazin ku êzidî ji çanda xwe, nasnameya xwe, baweriya xwe û axa xwe dûr bikevin. Êzidiyên ku li vir bimînin jî divê ku di bin desthilatdariya wan de bin. Êzidiyan desthilatdariya wan dîtiye û ji ber wê dizanin ku feyde nake. Ji ber wê jî ji wî qalibî derketin û ketin qalibeke din ê ku li gorî stratejî û siyaseta cîhanê. Êzidî nêçar bûn ku ji qalibê qebûlkirina desthilatdariyê derkevin. Yek hedef jî ew bû ku êzidiyan li ser vê axê koçber bikin. Hewledanên vegerên xelkê me yê ku Başûr û kampan de dimînin çêdibin û piştre jî êrişên wisa çêdibin. Dixwazin ku li Şengalê tevliheviyê derxînin. Di ragihandinên xwe de wisa nişan bidin ku Şengal ne arame û kes nikare Şengalê jiyan bike. Lê divê her kes vegere mala xwe û bi destê xwe mala xwe ava bike. Sereke dixwazin ku pêşî li vê bigirin. Dixwazin ku pêşengan tune bikin û yên ku ji vir heta Rekka yê ku şerê DAIŞ kirine tune bikin. Bi van êrişan dixwazin vê peyamê bidin me. Lê civaka êzidî di van merheleyan de derbas bûne. Ev tişt ne tişteke ji êzidatiyê dûr e. Bi hezaran salane êzidî ji dil kenek nekiriye, lê ruxmî wê êşa ku dikêşe jî encameke xurt distine."   'DÊ POŞMAN BIBIN KU RÊ DIDIN ÊRIŞAN'   Azad Hisên bal kişand ser helwesta hikûmeta Iraqê ya li dijî êrişên Tirkiyeyê jî û got ku hikûmet sûc dike û wiha domand: "Di 2014'an de ala Iraqê li Şengalê hat rakirin. Yek hêzeke Iraqê nebû. Heke ku van pêşengan, van egidan li hemberî DAIŞ'ê şer nekiriban îro DAIŞ li vir dibû. Tu carî Şengalê û Rêveberiya Xweser xwe perçeyeke ji dûrî Iraqê nedîtiye. Xwe yek ji perçeyeke Iraqê dibîne. Lê heke ku îro hikûmeta Iraqê nikare hemwelatiyên xwe biparêze, ev cihê rûreşiyê ye. Heke ku tu min ji xwe re hemwelatî nebînî ez ê çawa te ji xwe re hikûmet bibînim? Ji ber wê divê ku hikûmeta Iraqê êdî rabe ser xwe. Heke ku îro li ser civaka êzidî êriş hebin dive ku sibê dora Iraqê be. Ji Kerkûkê bigirin heta deşta Mûsilê plana Tirkiyeyê de heye. Dibe ku Iraq jî bikeve rewşeke wiha de. Dê poşman bibe ku rê dide êrişên hewayî yên Tirkiyeyê. Ev kesên ku hedef digirin û dikujin perçeyeke axa Iraqê parastibûn. Xaleke Iraqê ya stratejîk van kesan parastibûn. Ji ber wê em ji rayedarên Iraqê re bang dikin; bêdengiya we xetere. Îro leşkerên dewleta tirk li Başîkayê hene. Ne tenê Tirkiye şexsên di nav Haşdî Şabî paytexta Iraqê de balafiran xesp dikin. Iraq bi xwe dixwaze ku xwe zehf bike. Divê ku hikûmet li hemberî van êrişan bêdeng bike."    'DIVÊ EM DIJMINÊ XWE NAS BIKIN'   Hisên da zanîn ku armanca van êrişan li Şengalê pêkanîna planên Tirkiyeyê ye û ev tişt gotin: "Hedefa wan a yekem ew e ku êzidî ji Şengalê derkevin û êdî venegerin. Em ji kurdatiyê re dibêjin, heke îro dora min be sibê dora te ye. Heke ku îro ez dev ji mala xwe berdim û bêm mala te û dijminê min û te yek be divê tu bifikirî. Dibe ku ew dijmin sibê bê ser mala te jî. Ji ber wê yekê divê ku em herdû ji mala xwe de bin dijminê xwe nas bikin. Bi vê em ê bikaribin çarçoveyên xwe yên siyasî aşkere bikin. Dixwazin ku êzidî li vir nemînin ku planên xwe yên li ser Şengalê yek bi yek pêk bînin. "   'BI TANG Û TOPAN XELAS NABIN'   Azad Hisên diyar kir ku planên qirêj ê li ser Şengalê dê tu carî negihijin armanca xwe û li dijî êrişan jî ev bang kir: "Bi 75 fermanan nekarîn ku êzidiyan li ser vê fermanê xelas bikin. Bi 74 fermanan koka êzdatiyê ne bi şewatê û ne bi lêdanê û ne jî bi tang û topan xelas bike. Riyên me di behra de ne, dara me kesk e. Êzidî dê tu carî Şengalê terk nekin. Mezinên me jî gotiye, 'Li Şengalê yek kes nemîne jî dar û barên çiyayê Şengalê rê nadin dijmin ku desthilatdariyekî li ser vî çiyayî bide meşandin.' Em dev ji vê axê bernadin. Bangawaziya me her êzidiyekî heye ku li dijî van êrîşan xwedî helwestin. Bi şer û qetlîaman êzidiyan xelas nakin. Em êzidî ji diyalogê re amade ne. Em li dijî kuştinê ne. Ne bi kuştinê bi muzakereyan bê çareserkirin. Banga me ji hêzên cîhanê heye ku xwedî li civaka êzidî derkevin."