'Bi hezaran miriyên di fermiyetê de nehatine qeydkirin hene’ 2023-03-09 09:51:47   SEMSÛR - Hevserokê HDP’a Semsûrê Bekir Gurbuz anî ziman ku îktîdarê bi efûya îmarê re rê li ber karesateke mezin vekir û wiha got: “Bi hezaran mirî hene ku di qeydên fermî de xuya nakin.”    Yek ji bajarên herî zêde ji erdhejê bibandorbûyî jî Semsûr e. Bi taybet jî li navenda bajar bi sedan avahî hilweşiyan. Her wiha li navçeyên Çêlikan û Sergolanê jî hilweşîneke mezin çêbû. Li gorî daneyên fermî di erdhejê de li bajar 11 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane lê belê xelkê bajar dibêje ku hejmar ser 30 hezar kesa ye.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), rêxistinên civaka sivîl û Platforma Ked û Demokrasiyê ya Semsûrê piştî erdhejê Maseya Koordînasyona Krîzê ava kirin û pêdiviyên gel ên weke xurek, cihêmayînê û germahiyê çareser kirin. Hevserokê HDP’a Semsûrê Bekir Gurbuz ku di koordînasyonê de cih digirt, qala pêvajoya piştî erdhejê kir û bal kişand ser girîngiya piştevaniyê ku roj bi roj mezintir dibe.    3 ROJAN DI BIN SERMAYÊ DE MAN   Gurbuz, da zanîn ku di erdhejê de li Semsûrê hilweşîneke mezin çêbû û wiha got: “Bi dehhezaran kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 50 hezar kes di bin kavilan de man. Li navçeyên Sergolan, Besnî, Tût, Çêlîkan û gundên wê nêzî 11 hezar avahî hilweşiyan. Sedema vê karesatê jî bêtevdîrî ye. Tirkiye li ser xetên fayê cih digire lê tu tevdîr nehatin girtin. Gelemperiya avahiyên hilweşiyayî di nava 5 salan de destûra lêrûniştinê hatiye dayîn. Tevî ku herêm li ser xetên fayê jî bû, îktîdarê ji bo nêzî 3 milyon xaniyan efûya îmarê anî û rê li ber karesateke mezin vekir. Diviya piştî erdhejê tavilê mudaxale bikirana lê 3 roj piştre hatin. Dema tîmên wan hatin jî tu ekîpmanên wan tune bûn. Mirov 3 rojan di sermayê de man. Bi hezaran kesên li Semsûrê jiyana xwe ji dest dayîn di fermiyetê de xuya nakin. Saziyên berpirsyar ev mijar neşopandin û mudaxaleyî gelek kavilan nekirin lewma vê hejmarê didin. Gelek kes hene ku jiyana xwe ji dest dane lê di fermiyetê de nehatiye qeydkirin.”    ‘DIVÊ PIŞTEVANÎ BIDOME’   Bi domdarî Gurbuz destnîşan kir ku gelemperiya pêdiviyên mexdûrên erdhejê ji hêla Navenda Koordînasyona Krîzê ve tên pêşwazîkirin û wiha bi dawî kir: “Hem li navendê û hem jî li navçeyan me alîkarî gihand gelek welatiyan. Hem li Kurdistanê û hem jî li derve, gelek sazî, partî û şexsan alîkarî dan. Banga me ji bo hemû derdoran ew e ku ji bo jinûveavakirina bajar bo me bibin alîkar.”    MA / Zerrîn Sargut