Sûriyeyî bi darê zorê ji konbajaran tên derxistin: Xizmê te çima hat serdanê! 2023-03-09 10:10:50   MEREŞ - Penaberên sûriyeyî yên ji konbajarê Elbistanê bi darê zorê hatin derxistin û li Baxçeyê Milet ê Recep Tayyîp Erdogan hatine bicihkirin, bi hinceta ku xizmetên wan hatine serdanê ji vir jî hatin derxistin.    Binpêkirinên li dijî penaberên sûriyeyî ku mexdûrên erdhejê ne roj bi roj zêdetir dibin. Yek ji deverên penaber rastî binpêkirinan tên jî navçeya Mereşê Elbistan e. Piştî erdhejê penaberên sûriyeyî li gelek konbajaran hatin bicihkirin lê betaniye peyda nekirin. Duh li Taxa Cumhuriyetê 8 malbatên sûriyeyî bi darê zorê ji konbajar hatin derxistin. Lîsteya malbatên dê ji konbajar bihatina derxistin hatibû amadekirin û navê 10 malbatan hebû. Lê piştî ku pê hesiyan hevjînên du jinan tirk in, biryara derxistina wan hate betalkirin. Malbatên ku konên wan hatin valakirin jî li konbajarê Baxçeyê Milet ê Recep Tayyîp Erdogan hatin bicihkirin.    LI DU TAXÊN CUDA DU MALBAT HATIN DERXISTIN   Malbateke li konbajar qebûl nekir ku biçe Baxçeyê Milet ê Recep Tayyîp Erdogan. Alav û amûrên xwe li wesayîtê bar kirin û çûn cem xizmên xwe. Me xwe gihand malbata behsa xeberê. Malbatê ji ber tirsa dersînorkirinê nexwest li pêşberî kamerayan biaxive. Bav M.A. da zanîn ku beriya niha xizmekî wî li Baxçeyê Milet ê Recep Tayyîp Erdogan maye û bi sedema ku pateyên li cem wî zêde ne hatiye derxistin. M.A. dibêje ku ji ber tirsa derxistinê nexwestina biçin Baxçeyê Milet û li pêşiya mala xizmê xwe kon vedane.    DILXWAZAN KON PEYDA KIRIN   Di encama erdhejê de 2 zarokên M.A. li Taxa Cumhuriyetê jiyana xwe ji dest dan. Li gel du zarokên xwe yên keç û hevjîna xwe hewl dide li cihê kavilan bo xwe konê vede. Dilxwazên li herêmê bo 5 malbatên ji konbajarê AFAD’ê hatine derxistin ku hejmara wan 23 ye, 2 kon peyda kirine.    SEDEMA QEWIRANDINÊ: GELEK PATE HENE   Li konbajarê Baxçeyê Milet beriya niha 700 malbat lê diman. 300 malbatên bûne mexdûrê erdhejê jî beriya niha hatine derxistin. Yek ji van malbatan jî xizmê M.A. yê bi navê K.M ye. K.M tevî zarokekî xwe yê emeliyatkirî û 2’yên astengdar li konbajarê Baxçeyê Milet dima. K.M., sedema derxistina xwe ya ji konbajar wiha vedibêje: “Xizmê min hate serdana min. Gotin çima hatiye vê derê û derxistin. Hevjîna min mir. Ez debara xwe bi pêçandina tûtinê dikim. Ji zarokên min yek jê nikare li xwe binêre. Ez neçarim li wî binêrim. Li gel me her tim pateyên zêde hene. Dibêjin ‘hûn heqê yên din dixwin.’  Lê zarokê min astengdar e. Ji ber ku cil û berg zêde ne, dibêjin hûn diz in. Dema em ji kon derketin nehiştin em tu tiştekî bi xwe re bibin.”    K.M. hewl dide li gel xizmên xwe di konê tê vegirtin de bimîne. M. herî dawî wiha got: “Tekane daxwaza min koneke.”    MA / Yusra Batihan