Abdullah Ocalan: Bi agirê Newrozê mirovahî ji nû ve vejiya 2023-03-09 10:22:28   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan diyar kir ku bi agirê Newrozê nasname û mirovahî ji nû ve vejiyan û wiha got: “Ne tenê azadiya gelê kurd, azadiya hemû gelan dest pê kir.”    Agirê Newrozê yekemîn car di BZ.612’an de, bi berxwedana ku bi pêşengtiya Kawayê Hesinkar a li hemberî Qralê Asurî Dehaq hatiye pêşxistin re hate vêxistin. Û ev agir, 2635 sal in di her 21’ê Adarê de dîsa tê vêxistin. 21’ê adarê roja ku Kawayê Hesinkar bi rêxistin kir, beriya 50 salan ji bo kurdan bû wateya ji nû ve ji dayik bûnê. Gava ewil a têkoşîna azadiya gelê kurd ku weke “fîşeka îşaretê” tê penasekirin, di sala 1973’yan de li Bendava Çûbûk a Enqereyê ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ciwanên kurd li wir anîn cem hev hate avêtin. Agirê ku beriya 50 salan li Bendava Çûbûkê hate vêxistin, ji bo kurdan bû destpêka vejîna ji nû ve û cejna azadiyê. Ew agirê Abdullah Ocalan û 6 ciwanên kurd vêxistin yek ji kadroyên pêşeng ên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Mazlum Dogan, piştî darbeya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’an, li Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê li hemberî zext û îşkenceyê bi 3 zilikên niftikê agirê Newrozê vê xist û ji wê rojê ve jî 21’ê Adarê weke sembola roja berxwedana gelê kurd tê pîrozkirin. Newroz, di nava kurdan de weke rojeke neteweyî dihat pîrozkirin lê piştî çalakiya Mazlum Dogan ku weke “Kawayê Hemdem” tê binavkirin, êdî wateya “Cejna Vejînê” jî lê hat barkirin.    Ev agirê ku li perava Bendava Çûbûkê hate vêxistin û di bedena Mazlûm Dogan de bû sembol, ev 50 sal in li Kurdistan û tevahiya Tirkiyeyê belav bûye, ruhê berxwedan û vejînê mezin dike.   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî Newrozê weke vejîn, serhildan û raperînê pênase dike. Abdullah Ocalan ku destnîşan kir ku Newroz israra jiyana azad e, di nirxandina xwe ya 21’ê Adara 1998’an de li ser wate û girîngiya Newrozê nirxandinên berfireh kirin.    SALÊN DÎTINA HER TIŞTÊN HATINE WINDAKIRIN E    Ocalan, dibêje ku destpêka têkçûna dîrokî ya mezin, bi têkçûna Împaratoriya Medan ve dest pê kiriye ku Şaristaniya Mezopotamyayê bû û wiha dibêje: “Piştî têkçûna 2 hezar û 500 salî, ji her sala van 25 salên me yên dawî ku her yek bedala sed sala ye, bi rastî jî kêliyên herî nêz a vejîn û rizgariyê ne. Heke em bikarin baş li ser bifikirîn, heke em baş fêm bikin bê ka em ji ku hatine û em çawa xistine vî halî, heke em li ser bifikirin bê ka divê em çawa bin, heke em biryar bidin bê ka em dikarin çi bikin, wê demê em ê bibînin ku jiyan dê ji mirinê hêj xerabtir bibe. Û heke em dîsa li mirovahiya xwe vegerin, em dîsa li nasnameya xwe ya azad ku bi xaka welêt re bûye yek vegerin, wê demê em ê bibînin bê ka hilgirtina bêhnê ya bisînor jî çiqasî girîng e. Em ê di serî de şehadetên şehîdê Newrozê yê mezin Mazlum Dogan, Zekiyeyan, Rahşanan, Ronahî û Bêrîvanan, her sal serhidanên pîroz ên gel ku nîşaneya serhildana me ya herî dawî anku Newrozên salên 90’î yên Cizîr, Şirnex, Lice û Wanê bibînin. Hewceye pir li ser van 25 salên dawî were sekinandin, ders jê bên girtin û heke îdiayeke me ya mirovatiyê hebe, heke em bixwazin li ser xaka xwe bijîn, heke em jidil û can bixwazin vê daxwaza xwe serbixin; ev sal, ew sal in ku em xwe jinûve diafirînin. Ji fikrekî kûr heta dan û standina bêhneke azadiyê; ev sal, salên dîtina her tiştên hatine windakirin e.”   ME DEST BI ŞEREKÎ MEZIN Ê HÊVIYÊ KIR   Di berdewamê de jî Ocalan tîne ziman ku Newroz, ji bo gelê kurd vejîneke û wiha dirêjî dide axaftina xwe: “Her wiha li hemberî vê tunebûna kambax, gotina ‘Ez ê rast û durist bim’ a mirovên me yên qels ku li qeraxên tarîtiyê ne. Mijara herî bingehîn ew e ku di serdemeke wiha ya tu hêviyek li holê xuya nake de bibêje; ‘Ez ê bi vê nasnameya xwe û ji bo vê sozê bijîm. Ji bo vê jî heke hewce bike ez ê şer bikim.’ Ji bilî vê tu rêyeke din nîne. Ew roj, mîna vê rojê hêj di bîra min de ye. Li paytexta dijminan bûm. Di serdemeke ciwanên ku hebûn û nebûna wan nediyar, bêîdia û bi tunebûnê re rû bi rû de, di demekî ku ez jî bi hemû derfetên baş ên mêtingeriyê re rû bi rû de, di serdemeke ku her tiştê aîdî me ewqas paşmayî bûn û qet bala mirov nedikişandin de, di serdemekî ku tune dibûn de, min di rojeke wiha de biryara xwe da. Min, jiyana ku mêtingeriya tuneker pêşkeşî min dikir re got na. Min, berê xwe da hêviya azadiyê ku ne hiqûqeke wê hebû, ne derfetek hebû û ne jî pêkhatina wê hêsan nebû. Heta endamên wê jî ji vê bawer nedikirin. Lê yek bi yek, min li her tiştê ku wan jê bawer nedikir wateyek bar kir û gavek avêt. Mînakeke mîna vê ne li ser rûyê erdê û ne jî di dîrokê de heye. Heke bi du hevokan bînim ziman; me got ku divê em bi nasnameya xwe li ser xaka bijîn. Heke jiyanek hebe jî divê ew jiyan, jiyaneke azad be. Û bi rastî jî me dest bi şerekî mezin ê hêviyê kir.”   VEJÎNA BI AGIRÊ NEWROZÊ   Ocalan, diyar dike ku di serdemeke ku navên kurd û Kurdistanê êdî nedihatin bihîstin de, mirovatî û nasname bi agirê Newrozê re dîsa vejiyane û ev tişt anîn ziman: “Hinek kes tê de cîh digirin û hinek jî tev li nebûne lê eleqeya hemûyan jî heye. Ev, pêşketin û desteftiyeke girîng e. Heke ev nebe, vejîn jî nabe. Berxwedan, bi bêhêvitiyê nabe. Dibe ku ji rizgariyê re dem mabe lê di serî de ev tişt divê hebe. Tespîteke baş, di cih de û gavekî rast e. Em bi vîneke pir mezin girêdayî van salan bûn, me şerekî ewqas dijwar, bênavber, hevnegirtî, bi azwer û bi kîn kir ku vî şerî bi xwe re hêrseke pir mezin anî. Lê belê heke ev hêrs xeletiyan bi mirov nede kirin, wê demê bingeha têkoşîneke mezin ava dike. Şer, ji bo ku asteke watedar derkeve holê, pêşketineke. Bi rewşa xwe ya koletiyê me serkeftin jî bi dest xistine lê ma ez ê çi pê bikim. Li gorî min, ev bi kêrî tiştekî nayê.”   DI ROJÊN NEWROZÊ DE CARNAN BAGERÊN DIJWAR JÎ DERDIKEVIN   Di nirxandina xwe de Ocalan pirsa “Gelo jiyaneke çawa” dike û vê şîroveyê dike: “Bersivandina vê pirsê, ji rizgariyê binirxtir e. Vejîn, bi janên xedar çêbûye. Newroz çi ye, Newroz kulîlkeke ku serê xwe ber bi royê ve bilind dike. Di jiyanê de, sekneke. Xemilîna xwezayê ya rengîn e. Gera xwînê ya li nava hemû rihên jiyanê ye. Heke di xwezaya wê de ji bo vejînê tiştek hebe; ev, hewla wê ya ji bo ajdayînê û vekirina kulîlkan e. Lê belê di rojên Newrozê de carnan bagerên dijwar jî derdikevin. Ku ev bager carnan kulîlkan diçilmisînin, tovikê darên fêkiyan tune dikin, gelo ma kesên wiha jî di nav me de tune ne? Belê, hene. Gelo ma em kêm caran bûne bingeh ku ev tovikên vejînê tune bibin. Ma em kêm caran bûne sedema vê. Dîroka wan jî, rojanebûna wan jî û tunekirina wan jî çiqas rasteqîne. Ya herî baş ew e ku mirov rastiyê bi halê wê yê xwerû qebûl bike. Em her tim ji vê bawer dikin. Me herî dawî wiha got. Tu qanûnek, ji qanûna jiyana azad bihêztir û mezintir nîne. Hêz û qanûna herî mezin, qanûna jiyana azad e.”   VÎNA JIYANA AZAD   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dibêje ku mafê herî mezin, jiyana azad e lê di Qanûna Bingehîn de cih nagire û wiha pê de diçe: “Min di serî de wiha got; qanûna herî mezin vîna jiyana azad e. Û divê ji her aliyan ve ev vîn bi ser keve. Ev qanûn, qanûnên mirinê ne. Ev qanûn, qanûnên kesên dibêjin ê herî bihêz e, yên kesên ku dema van qanûnan bi cih tînin xwînê bi xelkê didin verişandinin, qanûnên mirinê yên dijminanin û qanûnên xaîn û kesên ku qet azadî nas nekirine ne. Qanûnên kesên riziyayîn, yên ku xwebûna xwe nas nekirîn, kesên ku rêgez û têkoşîneke wan a azadiyê neyî, kesên heyî û neyîna wan nediyar û qanûnên meymûnan in. Qanûnên bukalemûnan in. Qanûnên wan kesan in ku heta li hemberî wê armanca pîroz a nezelal jî nekarîn bên ser rêya rast in. Wan jî baweriya xwe gelek bi qanûnên xwe anî. Qanûneke komkujer a 3 zagonsazên bingehîn. Li hemberî me qanûneke xayîn, ketî, tunebûyî û bukalemûnê hebû. Me jî got; ‘dê qanûna jiyana azad çêbibe.’ Û me di wan salan de ev qanûn ferz kir. Bi demê re me dît ku ev qanûn, qanûna herî bihêze.”   AZADIYA GELAN DEST PÊ KIR   Ocalan, di dirêjiya nirxandina xwe de anî ziman ku ew, her wiha kurmikên di nava dara azadiyê de jî perîşan dikin û wiha didomîne: “Li Mezopotamyayê, qanûnên Hammurabî hebûn. Weke ku tê zanîn, kesê qanûnên Asûran çêdikirin ew bû. Qanûnên hovane bûn. Qanûn, di dîrokê de yekemîn car li ser vê xakê hatin danîn. Li ser vê xakê, bi rastî jî şervanên azadiyê hebûn. Dema Împaratoriya Asûran a paşverû û xedar ji hev belav dibû de, rê li ber azadiya xelkê asûr û hemû gelên din vebû. Li ser vê bingehê em dikarin bibêjin ku Mezopotamya, xak û dîroka azadiyan e. Ji Kawayê Hesinkar heta Mazlûm Dogan, gelek şervanên azadiyê yên gewre hebûn. Ji Hallaci Mansur heta Pîr Sûltan û Nesimiyan, tevek jî şervanên azadiyê bûn. Lê di şexsê Tirkiyeyê de em dikarin bibêjin ku di halê hazir de qanûnên xedar ên serdestan hebûn. Ev, di nava şerekî mezin de ne. Me jî xwe baş di nava vî şerî de bi cih kir. Em ketin nava refên berxwedana gelan, me qanûnên azadiyê esas girtin... Xwedîderketina li jiyana azad ku bi mirovahiyê re li vir dest pê kirî, dilsoziya bi wê re. Vê yekê gelek bala me kişand û em heta îro jî anîn. Em keyfxweş in, di nava pîrozbahiyeke rasteqîn de ne.”   ZEKIYA, ZÎLAN Û RONAHÎ…   Di berdewamê de jî Rêberê PKK’ê balê dikişîne ser girîngiya Newrozê û wiha dibêje: “Ji vir û pê de êdî hemû roj, Newroz in. Hemû rojên berê, bi rastî jî rojên Newrozê bûn. Soza me ev bû û me soza xwe binpê nekir. Lê belê zaliman êş û îşkence li me ferz kirin. Şewitandin, rûxandin. Gelek mirov bi her cureyên teknîkê, bi çekan û îşkenceyan şewitandin. Vaye dilê me ji me dipirse bê ka em ê çawa xwedî li bîranîna van kesên hatine şewitandin derkevin. Zekiye, Zîlan û Ronahî bûn şehîdên mezin ên roja me. Di gotin, kirin û wesiyeta wan de em dibînin ku xwestin bersiva pirsa ‘em ê çawa bikarin jiyaneke azad bijîn’ bizanin. Mezopotamya, qada jiyana ku ewil li qeraxên Zagrosan derketî, bihûşta ku di hemû pirtûkên pîroz de qala wê tê kirin, xaka jiyana nû ya Nûh a piştî tofanê ye... Ji roja ku ez bûyîm heta niha, li ser vê xakê mirov her tim bi azweriya azadiyê dijiyan. Belkî qet naşibe jiyana li welateke din, naşibe tu tiştên di pirtûkan de hatine nivîsandin. Belkî di tu pirtûkan de nehatibe nivîsandin lê şerê azadiyê heye. Heke heta niha pirtûka wê nehatibe nivîsandin, belkî jî ji ber wê ye ku bi temamî rizgar nebûye. Heke pirtûkên ku ew nivîsandin nîvcoyîn bin, ji ber wê ye ku tam rizgar nebûye.”   NEWROZ JI CEWHERÊ DÎROKÊ RE BERSIVEKE   Ocalan, dibêje ku Newroz ji cewhera dîrokê re bersiveke û wiha pê de diçe: “Ne tiştekî hêsan e, ez nabêjim girtiyên jiyanê yên hêj xerabtir ên li şaristaniya mirovahiyê, pir zehmete qebûl bike ku li derveyî jiyanê bimîne. Mirovahî, li vir bi zar û ziman bû. Qanûnên yekemîn, li vir hatin nivîsandin. Mirovahiyê, cara ewil li vê derê hêviyên xwe anîn ziman. Her ku destê xwe dirêjî axê dikir, berhemek jê afirand. Sewalên ewil li vir hatin kedîkirin. Gîhayên ewil li vir bûn dexl û embar tije kirin. Gundên ewil, bajarên ewil li vir hatin avakirin. Dewlet, ji vê xakê derket. Û helbest cara ewil li vir hatin nivîsandin, muzîk li vê xakê hat guhdarîkirin. Mirovahî ji vê xakê bû. Carnan li hinek deveran rastiyeke çînan derket holê. Împaratoriyeke koledar hate avakirin. Qanûnên eşîrtiyê çêbûn ku hêj bi hemû hêza xwe berdewam in lê tiştekî din jî çêbû. Weke ku tu tiştên navborî li vê xakê derneketibin, veguherî qadeke ku heyî û neyîna wê nediyar. Nasnameyeke mirovahiyê nîne, hêviyeke wan nema. Gelo çi bû ku ev rewşa nakok derket. Li rexekî xakeke ku her tişt cara ewil lê çêbûyî, li rexa din jî nemayîna tu berhemekê. Hewceye em vê nakokiya mezin fêm bikin. Destana mezin a Gilgameş. Xaka ku hevaltiya ewil li ser çêbûyî. Niha jî bûye cihekî ku xayînên herî mezin lê dijîn. Û ev xayîn jî di nava me de ne. Divê em vê mijarê çareser bikin. Gelo ev dîroka mezin çawa wiha têk çû?   XIZÎNE LI KU BÊN WINDAKIRIN LI WIR TÊN DÎTIN   Heke dîsa bê nivîsandin, gelo dê ev dîroka vejînê çawa bibe. Tişta ku mirov bi kelecan dike jî ev e. Xizîne li ku bên windakirin, li wir tên dîtin. Mirovahî jî li ser koka xwe anku cihê lê avabûyî tên lêkolînkirin. Lewma dikare li vir bê dîtin. Li Amerîkayê nayê dîtin. Li Rûsyayê, li Sîbîryayê nayê dîtin. Navenda wê ev dere ye. Ev bû 25 sal ku em li mirov digerin, ji ewil li mirovê xwe. Û ev mirov jî, mirovê ewil e. Û heke bibe, dê bibe mirovê dawî jî. Divê wisa jî be. Heke ji bo jiyanê jidil be, heke her tiştek di nava jiyanê de mîna coşa Newrozê be, wê demê divê em zimanê wê hîn bibin. Jiyan ji bo wî ewqas hêsan nîne. Ez bixwe jî lêgerînereke mezin ê jiyanê me. Min her tişt da sekinandin. Bêyî ku bikevin nava pêşdaraziyan, bêyî ku bikevim nava qaliban, min her tim xwest bi kûrahî fêm bikim û min pirs kir bê ka gelo fêm kirin çiye û divê tiştekî çawa be? Tişta ku jê re dibêjin lêhûrbûn, ev e. Ku mirov xwe bi hêsanî pênase neke. Îcar mirov vê şaristaniya ku di nava hezaran salan de mirovê azad xistiye halekî wisa ku nayê naskirin di xwe de pênase neke, di xwe de nas neke, di xwe de nejî û di xwe de nede jiyîn. Hemû navên lê hatine kirin weke nav mirov ji xwe re negire. Ku mirov gumanê ji hemû îradeyan bike. Û mirov hêj jî nekare biryara jiyanê bide, mirov nede û nede dayîn. Heke tişta herî rast û herî xweşik bê jiyîn, divê li gorî dîroka vê xakê ya resen, li gorî şaristaniya wê be. Divê ew jiyan, dilsoza rastiya lêgerînerên jiyanê û kesên ji Gilgameş heta roja me li pey nemiriyê ketibûn be. Ya ku li bejn û bala mirovê vê xakê tê jî, azadî ye.”    MA / Ozgur Paksoy