Ferîde Uysal: Dengên ‘em bêhnê nastînin’ dihatin 2023-03-09 10:57:04   DÎLOK - Ferîde Uysal di erdhejê de 7 xizmên xwe winda kir. Uysal, wiha dibêje: “Du zarokên me xeniqîn û mirin. Heke hinek zû mudaxila bikarana dê bikariyan wan zarokan rizgar bikin. Dengê wna dihatin û digotin; ‘Em nikarin bêhnê bistînin.’”    Di erdhejê de li Taxa Kerkut a navçeya Islehiye ya Dîlokê gelek avahî hilweşiyan û 80 welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Welatî hewl didin bi derfetên xwe jiyana xwe bidomînin. Rewşa nebaş a hewayî, rewşa mexdûrên erdhejê hêj girantir dike. Ji mexdûrên erdhejê Ferîde Uysal (35) di erdhejê de mamê xwe, jinmama xwe, pismamê xwe, dotmama xwe û 3 neviyên mamê xwe winda kir. Uysal, qala tiştên bi serê wan hatine kir.    Uysal, da zanîn ku ji avahiya tê de dijiyan tenê 3 kes sax hatine derxistin û wiha qala wê demê kir: “Cenazeyê xizmekê me di roja 3’yemîn a erdhejê de hate derxistin. Du zarokên me xeniqîn û wisa mirin. Heke hinek zûtir mudaxile bihata kirin, dibe ku bihatina rizgarkirin. Dengê wan dihat û digotin; ‘Em nikarin bêhnê bistînin.’ Tevahiya şêniyên taxê bi yekdestî alîkarî dan. Di wê demê de ji bilî şêniyên taxê û xizmên me tu kesî alîkarî neda.”    ‘HEYVA SOR ÇÛ CIHEKÊ DIN’   Bi domdarî Uysal destnîşan kir ku Heyva Sor a Tirk hatibû taxê lê alîkariya wan nekir û wiha domand: “Dilxwazên Heyva Sor hatin taxê. Me jê re got ku cenazeyên me hene, pêdiviya mirovan bi alîkariyê heye, alîkariya me bikin. Ji me re gotin; ‘Em ê biçin cihekê din’ û çûn. Niha jî av nîne ku em bikarin cilên xwe pê bişon. Me jê re got ku em nikarin cilên xwe jî bişon lê bi hawara me nehatin.”   ‘HEKE EM BIÇÛNA CIHEKÎ DIN DÊ HEMAN TIŞTAN BIJÎN’    Uysal, got ku ji malbata xwe 7 kes winda kiriye lê tevî vê yekê jî naxwazin xaka xwe biterikînin. Uysal axaftina xwe bi van gotinan qedand: “Yên ku ji vir diçin, li deverên din rastî erdhejê tên. Heke em biçin cihekî din jî dê heman tiştan bijîn.”    MA / Delal Akyuz