Li Meletiyê xalîkirina xirbeyan a li nêzî jîngehan hate protestokirin 2023-03-09 14:12:53   MELETÎ - Welatiyan û hawirdorparêzan li dijî xalîkirina xirbeyên avahiyan li herêma Mamûrekê çalakî li dar xistin û ragihandin ku dê pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin.    Xirbeyên avahiyên li Meletiyê di erdhejê de hilweşiyayîn, li Herêma Mamûrekê tên xalîkirin ku nêzî Zanîngeha Înonuyê ye. Tevî bertekên şêniyên gund jî xirbe hêj li vir tên xalîkirin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Platforma Hawirdorê ya Meletiyê (MAL-ÇEP) çûn herêmê û daxuyanî dan.    Parlamenterê HDP’ê yê Edeneyê Kemal Pekoz diyar kir ku îktîdar ji bo lêçûnên veguhestina xirbeyan kêmtir bike van xirbeyan heyî li nêzî gundan vala dike. Pekoz, wiha domand: “Ev xirbeye li nêzî gundan tên valakirin. Xetereyeke mezin li ser mirovan çêdikin û dê bandoreke neyînî li ser baxçeyên mişmişan û sewalkariya herêmê bikin. Piştî xalîkirina xirbeyan dê xebatên jihevkirinê bên domandin. Ev jî tê wê wateyê ku dê xelkê herêmê di nava tozê de bimîne. Bi vê yekê re hem dê li ser jîngehan xetere çêbibe hem jî dê bandoreke neyînî yê psîkolojîk li ser gel bike. Dikariyan van xirbeyan bibin cihên dûrtir lê li vir xalî dikin. Ji ber ku lêçûnên wan kêm bibin, van xirbeyan dirijînin nava gundan.”    ‘EM BI HILWEŞÎNEKE EKOLOJÎK RE RÛ BI RÛ NE’   Hevberdevkê Platforma Hawirdorê yê Meletiyê Ramazan Derîn jî got ku herêm bi talaneke ekolojiyê re rû bi rû ye û wiha bi dawî kir: “Gelemperiya herêmê jîngeh in. Herêm pir nêzî zanîngeh û gundan e. Hûn nikari van xirbeyan birijînin qadên çandiniyê. Weke MAL-ÇEP’ê em ê pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin. Divê îktîdar tenduristiya gel paşguh neke.”    Şêniyên gund heta demekî rê li ber wesayîtên ku xirbeyan vediguhêzin girt û piştre jî çalakiya xwe bi dawî kirin.