Têkoşîna edaletê ya malabata Şenyaşarê ket sala 3'yan: Em li cem malbata Şenyaşarê ne 2023-03-09 17:44:07   RIHA –  Di salvegera 3’yemîn a Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşarê de kursiya vekirî hat li darxistin. Sazî, komele û partiyên siyasî ku tevlî kursiya vekirî bûn, destnîşan kirin ku heta daxwaza malbata Şenyaşar bi cih neyê dê li cem malbata Şenyaşarê bin.    Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê têkildarî 3’yemîn salvegera Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşarê ku dayik Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar li ber Edliyeya Rihayê dabûn destpêkirin, li ber Baroya Rihayê kursiya vekirî li dar xist. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Rihayê Omer Ocalan, Ayşe Surucu, Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD ên şaxên Amed û Rihayê, Baroya Rihayê û gelek nûnerên sazî û dezgeyên Rihayê tev lî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankartên ku li ser “Ji bo Malbata Şenyaşar Edalet” û “Edalet” nivîsandî hatin vekirin.   ‘EM Ê PIŞTGIRIYA MALBATA ŞENYAŞARÊ BIKIN’   Li ser navê girseyê Hevserokê OHD'ê yê Şaxa Rihayê Îbrahîm Halîl Oyke metna daxuyaniyê xwend. Oyke bi lêv kir ku nobeda edaletê ya malbata Şenyaşarê bi hêz berdewam dike û got ku ew ê jî piştgiriya çalakiya malbata Şenyaşarê bikin. Oyke destnîşan kir ku daxwaza edaletê ya malbata Şenyaşarê daxwaza hemû civakê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em di pêvajoyeke tecrîd, bêedaletî, zext û bêhiqûqiyê re derbas dibin. Lê tevî vê yekê jî çalakiya malbata Şenyaşarê tevî hemû zextan jî bi hêztir berdewam dike.”   ‘HEMÛ KES BI TÊKOŞÎNA ME YA EDALETÊ DIZANE’   Ferît Şenyaşar jî malavayiya kesên tevlî çalakiyê bûn kir û wiha got: “Tevî ku komkujî dikeve sala 5’an jî hê jî darizandineke biedalet pêk nehatiye. Ji ber ku yê ku komkujiyê kirin parlamenterê desthilatê ye, tu encam ji dozê derneket. Wezereta Dadê tê Rihayê ji bo me nebîne, di deriyê din re dikeve edliyeyê. Lê edî hemû kes bi têkoşîna me ya edaletê dizane. Têkoşîna dayikê, ne tenê mijara me yê, mijara hemû kesan e ku ji xwe re dibêjin 'em mirov in.'"    ‘EW KOMKUJÎ DÊ WEKÎ RÛREŞIYEKÊ BÊ NIVÎSANDIN’   Parlamenterê HDP yê Rihayê Omer Ocalan ji bo xwedîderketina çalakiya nobeda edaletê ya malbata Şenyaşarê bang li hemû muxelefetê kir û ev tişt anîn ziman: “Em li cem malbata Şenyaşar in. Dixwazin zilma xwe bi hemû kesan bidin qebûlkirin, lê dema wan jî kêm maye. Serokkomar jî, desthilat jî dê têk biçein û ev komkujî jî dê weke rûreşiyekê li dîroka desthilatdariya wan bê nivîsandin. Têkoşîna malbata Şenyaşarê jî wê bi serkêftî encam bigire.”   ‘BÛN HEVÎ JI BO EDALETÊ’   Serokê Baroya Rihayê Abdullah Ocel jî diyar kir ku daxwaza ji bo edaletê ya malbata Şenyaşarê 5 sal li dû xwe hiştine û wiha pê dê çû: “Dayika Emîne û Ferît bûn hêviya edaletê ya hemû kesan. Ji bo malabata Şenyaşar dev jî têkoşîna xwe berde her tim zext li wan kirin. 28 lêpirsîn der barê dayika Emîneyê de hatin vekirin, lê tevî vê yekê jî wan dev ji têkoşîna xwe berneda.”    Endamê ÎHD'ê Tahir Sacakli jî dayika Berfo ku bêyî hestiyên kurê xwe bibîne jiyana xwe ji dest da bibîr xist û got ku daxwaza dayika Berfo bi cih neanîbûn niha jî bi heman awayî komkujiya ku li ber çavê hemû kesan qewimî dixwaza por bike.    Herî dawî jî Hevserokên şaxên KESK’ê Mahmut Bînîcî axivî û gotina Kemal Kiliçdaroglu ku gotibû "ez namzetê Emîne Şenyaşar im" bi bîr xist û got ku heke desthilat biguhere, ew ê vê bişopînin.   Piştî axaftinan li Eywana Tahîr Elçî ya Baroya Rihayê, belgefilmê "Ji bo Edaletê" ku derhenera wê Elîf Yigit e û qala têkoşîna edaletê ya malbata Şenyaşarê dike hat temaşe kirin.    Her wiha wêneyên ku di çalakiya nobeda edaletê ya malbata Şenyaşarê de hatine kişandin jî li eywana Tahir Elçi hatin nîşandan.