ROJEVA 10'Ê ADARA 2023'YAN 2023-03-10 09:00:28   *  Li Botanê jinên ku li dijî pergala mêrserwer têdikoşin, di hedefa darazê de ne. Hat diyarkirin ku di dema lêpirsînan de ji jinan re hatiye gotin ku "Li mala xwe rûnên, hûn jin in, herin ji xwe re jiyanekê ava bikin, derdê we çi ye?" Jinên bertek nîşanî van astengiyên li ber têkoşîna wan dan gotin ku ne yek, hezar doz bên vekirin jî dê dest ji têkoşîna xwe bernedin.    * Di encama erdhejê de li bajarokê Balyanê 72 kesan jiyana xwe ji dest dan. Derket holê ku di erdheja Xarpêtê de xesar gihiştibû bi dehan avahiyan lê Midûriyeta Bajar a Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê di vê mijarê de tu gav neavêtine.    * Hevserokê KNK'ê Ahmet Karamûs diyar kir ku daxuyaniya KCK'ê û banga Serokê Giştî yê YNK'ê girîng in û got: "Dewleta tirk ji dîrokê heta niha helwesta kurdan a mirovane îstîsmar kiriye. Ji bilî şer, qirkirin û dagirkirinê tu vîzyoneke wan a din tune ye."   * Dewletê alîkariya bajarên ku kurd, elewî û ereb lê dijîn nekirin. Nivîskar Huseyîn Ozan vê yekê, wekî 'bi zanebûnî guheradina pergala demografiyê' şîorve kir û got ku erdhej ji bo polîtîkayên dewletê yê ku sed sal in tên pêkanîn veguheriye "firsendekê".    * Mexdûra erdhejê Xanim Adiguzel a 77 salî ku mala wê ya li Taxa Atmalikaşanliyê hilweşiya, bang li mexdûrên erdhejê kir ku li xaka xwe vegerin.   * Mexdûrê erdhejê ku li navçeya Islahiyeyê nikare bikeve mala xwe ya xesareke giran gihiştiyê û rapora “kêm xesar” danê, got ku “ji derve wêne kişandin û çûn” xwest ji nû ve xebata tespîta xesarê bê kirin.    * Abdulkadîr ku li ser tankêra avê ku dibe ser kavilan diyar dike ku wan kirine dijminê kurdan û ew xwe wek ulkucu pênase dike û tevî ewqas karesata çêbûye jî dibêje, “Keko derbarê bajarê me de tiştên xweş binivisîne.”   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 718’emîn de dê berdewam bike.    * KCD, DBP, HDP, TJA, Dayikên Aştiyê, pêkhateyên Tifaqa Kurdistanî û Partiya Çep a Kesk wê li Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê Deklarasyona Newroza 2023’yan aşkere bikin. (11.00) ZINDÎ   * Danişîna Doza “JÎTEM’a Enqereyê” ku Wezîrê Karê Hundir ê berê Mehmet Agar di nav de 19 bersûc jê tên darizandin wê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê bê lidarxistin. (14.00)