Xaltiya Xanim a 77 salî banga vegerê li mexdûrên erdhejê kir 2023-03-10 09:04:09   MEREŞ - Mexdûra erdhejê Xanim Adiguzel a 77 salî ku mala wê ya li gundê Atmalikaşanliyê di erdhejê de hilweşiya, bang li mexdûrên erdhejê kir ku li xaka xwe vegerin.    Di encama erdhejên Mereşê de li Elbistanê gelek kesan jiyana xwe ji dest dan û navenda navçeyê wêran bû. Mexdûrên erdhejê yên ku xizmên xwe winda kirin û malên wan hilweşiyayîn, ji navçeyê koç kirin. Yek ji sedemên din ên koçberiyê jî nehatina alîkariyan bû. Alîkariyên heyî têr nedikir ku mexdûrên erdhejê bikarin pêdiviyên xwe yên sereke pêşwazî bikin. Her wiha konên hatin belavkirin jî ji bo şert û mercên zivistanê nekêr bûn û qadên ne bi hîjyen jî kir ku welatî bêhtir koçber bibin. Koçberiya li Elbistanê didome û li hêla din jî xelkê navçeyê hêdî hêdî vedigere. Ji mexdûrên erdhejê Xanim Adiguzel a 77 salî, ji ber şert û mercên nebaş, di rojên ewil ên erdhejê de neçar ma ku koçî Enqereyê bike.    LI GEL HEVJÎNÊ XWE 7 ROJAN DI WESAYÎTÊ DE MA   Xaltiya Xanim wiha qala kêliyên erdhejê dike: “Erdhej bi şev çêbû, min bi pişta kalo girt û di wê şeveqê de derxist derve. Kalo nikare xwe li ser pêyan bigire û çavên wî nabînin. Min bi zor û zehmet ew derxist. Min ew berneda. Bi roj min şorbe danî ser sobeyê. Çay çê kir, nanê sêlê danî ser. Got ‘gurm.’ Min her tişt berda, kalo berda û reviyam. Ez ketim lê dîsa rabûm, ketim dîsa rabûm. Bi qasî metreyekê berf li erdê hebû. Ez bi çarlepkî çûm. Min li pey xwe nihêrt û dît ku kalo jî tê. Piştre me xwe xelas kir. Min bangî cîranên xwe kir. Em çûn cem xizmên me. Em xistin texsiyekê. Heta serê sibehê tevî xizmên wî di wesayîtê de man. Tevî kalo em 7 rojan li ser kursiyê rûniştin.”    ‘EM DEV JI XAKA XWE BERNADIN’   Bi domdarî xaltiya Xanim got ku di roja 7’an de zavayê wê ji Enqereyê hatiye û ew û hevjînê wê bi xwe re biriye. Xaltiya Xanim ku çendek rojan li cem keça xwe ya li Elbistanê ma, dîsa vegeriya mala xwe ya li Taxa Atmalikaşanliyê. Adiguzel, axaftina xwe wiha domand: “Li pişt deriyê malê tu kevir, dîwar name ne. Banê avahî hema wisa disekine. Ez ê biçim konekî. Min ji xêrxwazekî du betaniye standin. Ka ez çi bikim? Zarokên min dibêjin; ‘dayê neçe.’ Ez ê biçim. Em nikarin dev ji gundê xwe, gelê xwe, xaka xwe berdin. Bila zarokên me, cîranên me, hevalên me, kurd dîsa vegerin. Cihê we li ser serê min e. Em dev ji xaka xwe bernadin. Ev der xaka me ye.”    ‘YÊN KOÇ KIRÎN BILA VEGERIN’   Xaltiya Xanim tevî israra zarokên wê jî dev ji xaka xwe berneda û herî dawî wiha dibêje: “Ez dixwazim bêhna axê bigirim ji ber ku zarokên min li ser wê xakê mîna gulekê mezin bûn. Erdhej bi zora min naçe lê mirovên ku alîkariyê nadin hev bi zora min diçin. Ez çûm Mêrsînê, li wir di kirê de mam, min şerm kir. Li gund cîran, heval, televîzyon heye. Di nav zeviyan de dem derbas dibe. Werin, vegerin gundê xwe! Ez ji gundan, ji axê hez dikim. Bila her kes vegere. Pirsgirêkek çêbû û çûn, bila kesên koç kirîn dîsa vegerin.”    MA / Yusra Batihan