Tespîta xesarê: Ji derve wêne kişandin û çûn 2023-03-10 09:35:20   DÎLOK - Mexdûrê erdhejê ku li navçeya Islahiyeyê nikare bikeve mala xwe ya xesareke giran gihiştiyê û rapora “kêm xesar” danê, got ku “ji derve wêne kişandin û çûn” xwest ji nû ve xebata tespîta xesarê bê kirin.    Piştî erdheja li Mereşê, xirbeyên avahiyên li 11 bajaran xerabûn tên rakirin, li avahiyên mayî jî xebatên tespîta xesarê tên kirin. Tevî bi ser erdhejê re mehek derbas bû jî derket holê ku gelek kêmasî di xebatên tespîta xesarê yên ji aliyê rayedarên Wezareta Hawîrdor, Bajarvanî û Avhewayê ve hatine kirin de hene.    Li navçeya Islahiye ya Dîlokê mexdûrên erdhejê ragihandin ku ji malên xesareke giran gihiştiyê re raporên “kêm xesar” hatine dayîn. Welatiyên ku bi fikara hilweşînê nikarin bikevin malên xwe, diyar kirin ku baweriya wan bi xebatên tespîta xesarê nîne û anîn ziman ku peywîrdaran di hundirê xaniyan lêkolîn nekirine û ji derve wêne kişandine û çûne.    Yek ji mexdûrên erdhejê Halîl Akil ku ji bo tespîta xesarê serlêdan kiriye, got ku peywîrdarên hatin ji derve li xanî nêrîn, gotin “tiştek nabe” û çûn. Akil, bi lêv kir ku tevî di nava xanî de gelek derz hene jî rapora kêm xesar danê û careke din serî li qeymeqamtiya navçeyê dan.    MA / Omer Îbrahîmoglû