Li Girtîgeha Erzînganê ferzkirina ‘qawişa bêalî’ 2023-03-10 10:05:39   ERZÎNCAN - Parêzer Mehtap Sert a bi girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Erzînganê re hevdîtin kir, diyar kir ku girtiyên derbasî “qawişên bêalî” nebin nikarin ji şertê kontrola edlî sûdê bigirin.    Endama Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Mehtap Sert  bi girtiyên piştî erdhejê di 24’ê sibatê de sewqî Girtîgeha Tîpa T a Erzînganê û Girtîgeha Jinan a Erzînganê hatin kirin re hevdîtin kir. Sert, da zanîn ku girtiyên li Girtîgeha Jinan a Erzînganê ji bihayên kantînê gazinker bûn û anî ziman ku nîv kîloya xwê 9 lîre, pîlekî radyoyê 22 lîre û nîv, pênûsek 7 lîre û nîv û saeta maseyê 52 lîre ye.    BINPÊKIRIN   Sert diyar kir ku Aydin Kûş ê li Girtîgeha Tîpa T a Erzînganê tê ragirtin rastî binpêkirinên mafan ên giran hatiye û li wir 2 odeyên ku girtiyên siyasî lê dimînin hene û 15 kes li odeyekê û 12 kes jî li odeya din dimînin. Sert da zanîn ku girtiyê bi navê Z.G. ku cezayê girtîgehê yê muebbeta girankirî lê hatiye birîn di qawişa yek kesî de dimîne. Sert, anî ziman ku girtî ji mafê xwe yê sohbete nikarin sûdê bigirin, dixwazin li pêlavên wan bigerin û ev tişt gotin: “Li malbtaa girtiyekî lêgerîna tazî hatiye ferzkirin. Nameya ku di hundirê wê de binpêkirinên mafan hebûn û ji Meral Daniş Beştaşê re hate nivîsîn hatiye desteserkirin. Rojnameyên Bîrgun, Evrensel û Yenî Yaşamê nadin girtiyan. Tenê Cûmhûriyet tê dayîn. Her cara ku girtî derdikevin korîdorê bi hincetekê cezayê dîsîplînê li wan tê birîn. Aydin Kûş ê ji bo kargoyê bistîne derket korîdorê, ji ber ferzkirina lêgerîna pêlavê qebûl nekir, destûr nedaye wî, li ser vê yekê vegeriyaye odeya xwe û cezayê dîsîplînê lê hatiye birîn. Êrişên li ser ziman gelek in. Dadgerê Înfazê daxwaza tercuman qebûl nake û şertê kontrola edlî nade. Dozger gotiye ‘derbasî qawişa bê alî bibin ez şertê kontrola edlî bidim we’. Înfaza kesên qebûl nekirine hatiye dirêjkirin.”   MA / Hamdûllah Yagiz Kesen