Erdogan biryara hilbijartinê îmze kir 2023-03-10 14:23:44   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan biryara têkildarî nûkirina hilbijartina 14’ê gulanê îmze kir.    Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan biryara têkildarî nûkirina hilbijartina 14’ê gulanê îmze kir. Li gorî biryarê hilbijartin wê di 14’ê gulanê de pêk were. Piştî ku biryar di Rojnameya Fermî de hate weşandin wê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) pêvajoya hilbijartinê ya du mehan bide dest pê kirin.   Erdogan ê ku piştî îmzekirinê li Beştepeyê daxuyaniyek da, diyar kir ku dîroka 18’ê hezîranê bi ezmûnên zanîngehê re li hev hatiye û got: “Dîsa ev dîrok dihat serdema hecê. Ji ber ku dibistanên seretayî û navîn hema beriya hilbijartinê li betlaneyê bûn, welatiyên me wê di rê de bûna. Ji ber van sedeman me diyar kir ku 18’ê hezîranê ne dîrokeke bitendurist e.”   BAL KIŞAND SER MAKEQANÛNÊ   Namzetiya Erdogan a cara 3’yemîn ku xala 116’emîn a Destûra Bingehîn der barê biryarê de destnîşan dike, ji aliyê parêzeran ve weke dijberê Destûra Bingehîn tê şîrovekirin.   Erdogan ê di axaftina xwe de qala erdhejên di 6’ê sibatê de çêbûn kir, têkildarî xebatên kêm hatin kirin de ev hincet pêşkeşkirin: “Şertên zivistanê yên giran, binesaziya xerabûyî û mezinahiya qada wêrankirinê ya heta 500 kîlometreyî.”   Tevî hişyariyên jeolojîst û endezyarên avahiyê yên “divê tavilê dest bi înşaetên xaniyan neyên kirin” Erdogan destnîşan kir ku dest bi avêtina hîman kirine û wiha got: “Armanca me ew e ku di qonaxa yekemîn de 319 hezar xaniyan temam bikin û radestî xwediyên wan bikin. Armanca me ya bingehîn ew e ku li bajarên me yên 800 hezarî avahî tê de ne, 270 hezar avahiyên ber hilweşînê û hilweşiyane ji holê rakin û bajarên me yên ji erdhejê zirar dîtine ji nû ve ava bikin.”   JI PIŞTÎ HILBIJARTINÊ RE MA…   Erdogan, têkildarî xebatên li ser pêdiviyên mexdûrên erdhejê îşaret bi piştî erdhejê kir û wiha got: “Ji bo jêbirina hemû şopên karesatê û zêdekirina hilberîn û îstihdamê, ferz e ku welatê me rojeva hilbijartinê li dû xwe bihêle.”