Baro û OHD’a Wanê rapora erdhejê eşkere kirin 2023-03-10 15:29:22   WAN - Baroya Wanê û OHD’a Wanê raporek têkildarî herêmên erdhejê amade kirin û di raporê de hat diyarkirin ku hilweşandin di bin berpirsiyariya dewletê de pêk hatiye.   Parêzerên endamên Baroya Wanê û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Wanê li bajarên ku erdhejê lê çêbû lêkolînan kirin û çavdêrî û tespîtên ku kirin wek raporek amade kirin û bi raya giştî re parve kirin. Ji bo eşkerekirina raporê li Ewyana Tahîr Elçî ya Baroya Wanê civîn hat lidarxistin û gelek parêzer, Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz û hevserokên OHD’a Wanê tev li civînê bûn. Hevserokê OHD’a Wanê Mûrat Ozçîçek û Hevberdevka Navenda Mafên Mirovan a Baroya Wanê Bûrcû Şeber raporê xwendin.    Saziyên navborî di rapora xwe de bal kişandin ser çavdêrî û tespîtên ku kirine û destnîşan kirin ku dewlet li herêmên erdhejê bi derengî çûye hawara xelkê û hilweşandina mezin di bin berpirsiyariya dewletê de pêk hatiye.    Di raporê de hat diyarkirin ku ji ber xemsariyên çêbûn divê berpirsiyar bên darizandin û ji bo felaketek wiha dîsa çênebe tevdîrên pêwîst bên girtin.