Waliyê Semsûrê îstîfa kir 2023-03-10 16:46:02 SEMSÛR - Waliyê Semsûrê Mahmût Çuhadar ku henekê xwe bi mexdûrên erdhejê kiribû, îstîfa kir.    Li bajarê Semsûrê bi hezaran kes ji ber karesata erdhejê canê xwe ji dest dabû û bi deh hezaran kes birîndar bûbûn. Bi deh hezaran kes mexdûr bûye. Waliyê Semsûrê Mahmût Çuhadar ku ew wek waliyê “henekê xwe bi mexdûrên erdhejê kiribû” tê nasîn, pirsgirêkên xwe tenduristiyê hêcet nîşan da û îstîfa kir.