ROJEVA 11'Ê ADARA 2023'YAN 2023-03-11 09:00:27   * Mehmet Şîrîn Acar ê di Girtîgeha Erzinganê ya Tîpa T'yê de, bi rêya telefonê ragihand ku bi fermana rêveberiya girtîgehê bi zorê ew hatine tazî kirin.    * Adle Samûr û hevjînê wê Mehmet Samûr li navçeya Pirsûsê bi îşkenceyê hatibûn binçavkirin û pişt re jî hatibûn girtin. Zarokên wan behsa îşkenceya li dê û bav wan hatiye kirin kirin û gotin ku polîsan sixurtî li wan ferz kiriye.    * Newroz ku ji bo gelê kurd xwedî wateyeke mezin e, bi hezaran sal in li Mezopotamyayê tê pîrozkirin. Nexasim Newroz ji Kawayê Hesinkar heya bi Kawayê Hemdem ji bo gelê kurd bûye vejîn û alaya azadiyê.    *  Nûçegihanê Ozgur Gundemê Nazim Babaoglû 29 sal berê ji bo nûçeyekê çûbû Sêwregê, lê ji wê rojê heya niha winda ye. Çendî heya niha der barê windakirina wî de lêpirsîneke çalak nehatibe kirin jî, lê pênûsa wî ne winda ye, di destê hevpîşeyên wî de her tim dinivîse û radigihîne.   * Endamên Meclisa Ciwanan a HDP'ê, ji bo zarokên mexdûrên erdhejê li Meletiyê "Parka Jiyanê ya Berkîn Elvan" ava kirin.    * Fehmî Un ku di erdhejê de xizmên wî jiyana xwe ji dest dane, anî ziman ku ew 9 kes di konekê de dimînin ku dilxwazan ev kon daye wan û got ku hê jî meseleya avê nehatiye çareserkirin.    * Li Samandagiyê Sunduz Kubbe dibêje: "Li vir xeyalên me, bîranînên me hene. Ma em ê çawa dest ji vir berdin? Em ji xeynî Samandagiyê nikarin li tu derî bijîn."   * Mahmût Acar ê ku di erdhejê de malbata wî jiyana xwe ji dest daye got: “Ez texteyan ji bin kavil derdixim ku derî ji bo daşir û serşokê çekim. Di van du mehan de tenê min du car serê xwe şûştiye.”    * Li navçeya Bahçeyê cihê avahiya hate hilweşandin ji ber xesareke giran gihiştiyê ji aliyê Şaredariya Bahçeyê ya AKP’î ve ji xwediyên erd re hate qedexekirin. Prz. Ûmûtcan Kuçukoglû got ku “Ji ber mafê me yê mal û milk hatiye xespkirin nikarin erdê xwe yê bi tapo bikarbînin” û giliyê şaredariyê kir.    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 719’emîn de li ber Edliyeya Rihayê berdewam bike.    * HDK dê li Otela Elite World a li Taksîmê deklarasyona Newroza 2023'yan aşkere bike. (11.00)   * Dayikên Şemiyê di hefteya 937’emîn a çalakiya xwe de ji bo aqubeta windakiriyên xwe bipirsin û bixwazin faîl bên darizandin wê li ser înternetê daxuyaniyekê bidin. (12.00)   * Malbatên Windakiriyan û ÎHD wê çalakiya xwe ya “Bila windakirî bên dîtin faîl bên darizandin” li Amed û Êlihê bidomînin. (12.00)     * Şaxa ÎHD'a Îzmîrê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş wê li ber Sumerbanka Kevin a Konakê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (13.00)   * Komîsyona Girtîgehên Şaxa ÎHD’a Stenbolê dê di hefteya 572’yemîn a “Rûniştina F’yê” de li ber komeleya xwe daxuyaniyê bide çapemeniyê. (13.30)   * Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş dê li ber Şaxa ÎHD’a Enqereyê daxuyaniyê bide. (13.30)