Şaredariya Bahçeyê cihê avahiya hate hilweşandin xesp kir 2023-03-11 09:47:48 OSMANIYE - Li navçeya Bahçeyê cihê avahiya hate hilweşandin ji ber xesareke giran gihiştiyê ji aliyê Şaredariya Bahçeyê ya AKP’î ve ji xwediyên erd re hate qedexekirin. Prz. Ûmûtcan Kuçukoglû got ku “Ji ber mafê me yê mal û milk hatiye xespkirin nikarin erdê xwe yê bi tapo bikarbînin” û giliyê şaredariyê kir.    Li Osmaniyeyê di 14’ê sibatê de xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi dawî bûn. Li bajarê ku 877 kesan jiyana xwe ji dest da 2 hezar û 220 kes birîndar bûn. Li bajarê ku 306 avahî lê hilweşiyan, li gorî daneyên Wezareta Hawîrdor, Bajarvanî û Avhewayê derbarê 352 avahiyan de jî biryara “hilweşîna bilez” hate dayîn.    Yek ji avahiyên ku xesareke giran gihiştiyê û derbarê wê de biryara hilweşîna bilez hatiye dayîn jî avahiya 3 qatî ya li ser Cadeya Farsakoglû ya Taxa Îslam a girêdayî navçeya Bahçeyê ye.    Şaredariya Bahçeyê piştî ku avahî hilweşand bêyî xwediyên mal û milk agahdar bike, maşîneyên xwe yên kar li cihê avahiyê bi cih kirin û ketina qadê ya xwediyên erdî jî qedexe kir.    Parêzer Umutcan Kuçukoglu diyar kir ku qateke avahiyê mal û milkê malbata wî ye û ji ber di erdhejê de zirareke giran gihiştiyê di 2’yê adarê de ji aliyê ekîbên Miduriyeta Hawîrdor û Bajarvaniyê ve hatiye hilweşandin û got: “Di saetên sibê yên 7’ê adarê de me agahiya ku tîmên girêdayî Şaredariya Bahçeyê bê destûr ketine erdê me, wergirt. Dest bi rijandina axê kirin û erd rast kirin. Me xwest em li rewşê bipirsin, lê me nekarî xwe bigihînin tu rayedaran. Bêyî ku haya xwediyên milkan jê hebe darên di baxçeyê avahiyê de tên jêkirin û erd hatiye sererastkirin û makîneyên înşaetê yên girêdayî şaredariyê hatine bicihkirin.”   GIRÊDAYÎ OHAL’Ê….   Prz. Kuçukoglû, da zanîn ku Şaredarê Bahçeyê Îbrahîm Baz ji xwediyên erd re gotiye “min girêdayî rayeyên xwe yên OHAL’ê ev der desteser kir” û wiha berdewam kir: “Şaredar di berdewama wê de got ku ‘Ez bi tu awayî nahêlim ku hûn derdora erdê xwe bi têlê bigirin û bikarbînin. Ez ê maşîneyên kar ên şaredariyê li vir bi cih bikim.’ Divê him malbata min bi xwe hem jî ferdên malbata min ên din pêdiviya xwe ya stargehê bi lez bi cih bînin lê ji ber helwesta keyfî ya şaredar mexdûriyeta me her ku diçe zêde dibe.”   GILÎ KIRIN   Kuçukoglû da zanîn ku wan bi sûcên “Peywîra xwe baş nekiriye” , “Li ser malên kesan teserûfa bêûsûl û li cihê ku mafê wan lê nîne tecawiz” giliyê şaredar û kesên têkildar li Serdozgeriya Komarê ya Bahçeyê kirine û wiha pê de çû: “Bêyî ku li ser erdê me yê bi tapo biryareke îstîmlaqkirinê û palpişteke hiqûqî hebe vê pêvajoyê didin meşandin. Her wiha me li dadgehên hiqûqê jî doz li wan vekiriye.”   NIKARIN LI SER ERDÊ XWE KON JÎ VEDIN   Kuçukoglû, bi lêv kir ku xwediyên mal û milk konteynir an jî kon peyda nekirin û nikarîn li ser erdê xwe vedin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Şaredarî bêyî agahiyekê bide mafên mal û milkî binpêkirin. Ji bo ku derdora erd bê girtin me karker şandin. Di wê navberê de nehiştine ku karker bixebitin. Heqaret lê kirine. Weke hincet jî gotine fermana amirê zabitayan heye, şaredariyê dest daniye ser erdî û nikare derdora erd têl bike. Ev rewşeke pir tirsnak e. Him xanî hilweşiyaye, him jî ji ber mafê me yên mal û milk hatiye xespkirin em nikarin cihê xwe yê bitapo bikarbînin.”   MA / Hamdûllah Yagiz Kesen