Cenazeyê Dorûdemîr hat veşartin 2023-03-11 11:39:58   AMED - Cenazeyê Halîse Dorûdemîr a dayika girtî Mahfûz Dorûdemîr ku duh di encama wesayît lê qelibî û canê xwe ji dest da, hat veşartin.    Dayika Mahfûz Dorûdemîr ê 28 sal in girtî, Halîse Dorûdemîr a li konbajarê li qeraxê Çemê Dîcleyê hatiye çêkirin dimîne, dema li ser rê derbas dibû tê gotin ku wesayîta polîsek sivîl lê qelibî. Dorûdemîr di encama qezayê de jiyana xwe ji dest da. Kesek ku alîkariya Dorûdemîr dikir û nav nehat zanîn jî bi giranî birîndar bûye. Cenazeyê Dorûdemîr piştî otopsiya li Saziya Tiba Edlî ji aliyê malbatê ve hat wergirtin û li Goristana Yenîkoya Amedê hat veşartin.    Rêveberên HDP’ê, MED TUHAD-FED û TUAY-DER’ê tev li merasîma cenazeyê Dorûdemîr bûn. Piştî wecîbeyên olî cenaze hat veşartin.    Hat zanîn ku kesek bi giranî birîndar bûye jî li nihêrîna awarte tê tedawîkirin.    KURÊ HALÎSE DORÛDEMÎR GIRTIYÊ NEXWEŞ E    Kurê Halîse Dorûdemîr, Mahfuz Dorûdemîr 28 sal in girtî ye û di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digire û niha li Girtîgeha Şakrana Îzmîrê girtî ye.    Halîse Dorûdemîr ji bo lawê xwe yê girtiyê nexweş axivî ye û wiha gotibû: “Bila kes nebêje ku zarokên me bêkes in.” Dorûdemîr heta dawiya temenê xwe ji bo lawê xwe girtî têkoşiya.