Li ser rêya nexweşxaneyê tundî li girtiyê destek û lingekî wî nînin kirin 2023-03-11 12:12:01 DÎLOK - Hate diyarkirin ku girtiyê nexweş Şaban Kaygûsûz ê ji sedî 90 astengdar ku destek û lingekî wî nînin, dema sewqî nexweşxaneyê hatiye kirin tundî û heqaret lê hatine kirin.   Kaygûsûz ku di sala 2018'an de li Şirnexê di şer de birîndar dibe û tê girtin, çendî destê wî yê rastê û lingekî wî tune bûye jî ew bi birîndarî birine Girtîgeha Sêrtê. Ji Kaygûsûz ê seqwî Girtîgeha Tîpa D a Amedê hate kirin re cezayê hefsê yê muebbetê hate birîn. Kaygûsûz ku ji sedî 90 astengdar e û di 20’ê cotmeha 2021’an de sewqî Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2’yan a Bunyan a Qeyseriyê hate kirin. Kaygûsûz, ji ber rapora Saziya Tiba Edlî ya “dikare di girtîgehê de bimîne” nayê berdan.   ÎŞKENCEYA SÎSTEMATÎK    Dayika Kaygûsûz, Dûrrî û birayê wî Azat Kaygûsûz ên li Dîlokê dijîn diyar kirin ku di 9’ê adarê de ji bo hevdîtinê çûne Girtîgeha Bunyana Qeyseriyê û binpêkirinên mafan ên bûn şahid vegotin. Dûrrî Kaygûsûz diyar kir ku ji bo kurê xwe yê 3 meh bûn nekarîbû biçe hevdîtina wî bibîne çûye Qeyseriyê û wiha got: “Em saet di 09.00’an de çûn hevdîtina kurê xwe. Malbata beriya me çû hevdîtinê got saeta hevdîtinê wergirtine saet 16.00’an. Wê kêliyê hevalê kurê min li malbata xwe geriya û got kurê min birine nexweşxaneyê û hevdîtin dikare çênebe. Min jî got ez heta vê derê hatime, heta kurê xwe nebinim venagerim. Em saet di 16.04’an de çûn girtîgehê gotin hêj nehatiye. Gotin dora saet 17.00’an de kurê min hatiye. Di wê navberê de em çûn lê me karî tenê 20 deqîqeyan li ser piyan hevdîtinê bikin.”   DI WESAYÎTA RÎNGÊ DE HATE SEKINANDIN    Dayik Kaygûsûz a bi lêv kir ku rewşa kurê wê qet nebaş bû, anî ziman ku kurê wê di îşkenceya sala 2018’an de jî wisa nebû û wiha got: “Li ser kurê min tecrîdeke giran heye. Kurê min ji bo derxînin heyete dibin nexweşxaneyê û bi saetan di ringan de tên sekinandin. Nîşanî heyetê nedane. Dema kurê min bertekê nîşanî wan dide, xeberên nebaş ji wî re dibêjin, heqaretê û tundiya fîzîkî lê dikin. Kurê min tevî vê yekê jî ji wan re dibêje ‘Hûn neçar in min bibin nexweşxaneyê. Ev mafê min e. Ez vîna xwe radestî we nakim’. Dema kurê min van dibêje dîsa îşkence li wan dikin û dibin girtîgehê. Dema piştî hefteyeke din em dîsa çûn hevdîtinê bi heman awayî dibin nexweşxaneyê. Dema em ji bo vê hevdîtinê hatin jî kurê min birine nexweşxaneyê lê çav û guhên wî muayene kirine û heta saet 16.00’an di wesayîta rîngê de sekinandine.”   ‘ZAROKÊN ME NE BÊKES IN’   Kaygûsûz, tiştên qewîmîne weke bêwijdanî penase kirin û ev tişt gotin: “Ez vê tundiyê qebûl nakim. 6 sal in kurê min di girtîgehê de ye destek û lingekî wî nînin. Nikare tena serê xwe jiyana xwe bidomîne. Tevî vê yekê jî zext û tundiyê lê dikin. Ev dê heta kengî bidome. Ku em aştî dixwazim tecrîd û tundiyê dikin. Bila tecrîda li ser zarokên me bê rakirin. Zarokên ne bêkes in. Heta mirinê jî em dest ji zarokên xwe bernadin. Em ê wan radestî kesê nekin. Tu mirov û hiqûq vê qebûl nakin. Divê demildest parêzer biçin girtîgehê.”   ‘BILA JI GIRTÎGEHAN RE BIBIN DENG’   Birayê Kaygûsûz, Azat Kaygûsûz jî da zanîn ku bijîşkê girtîgehê ji ber lingê kekê wî birîne jê re gotiye divê portezê ne bêxe lingê xwe lê cenderme û gardiyan vê yekê lê ferz dikin û wiha got: “Kekê min vê yekê qebûl nake. 7 saetan heqaret û tundiya fîzîkî lê tê kirin. Pişt re dişînin girtîgehê. Li girtîgehê pirsgirêk hene. Birayê min jî ji wan re dibêje ‘Ez vîna xwe teslîmî we nakim. Ji xwe nîv mirov im. Hewce bibe ez ê vî nîv canî jî feda bikim. Em ê têkoşîna xwe bidomînin’. Weke malbat daxwaza me ew ku Wezareta Dadê û saziyên sivîl ên civakî li dijî zextên li girtîgehan bibin deng.”   MA / Delal Akyuz