Xizmên Windayan li aqûbeta rojnamevan Nazim Babaoglû pirsîn 2023-03-11 14:50:32   AMED/ÊLIH - Xizmên Windayan û ÎHD’a Amedê vê hefteyê li aqûbeta rojnamevan Nazim Babaoglû yê di 1994’an de hat windakirin pirsîn û xwestin kujer bên cezakirin.    Xizmên Windayan û rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di hefteya 735’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû li dar xist. Wêneyên windayan hatin hildan û pankarta wêneyên windayan li erdê hat raxistin. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta nûçegihanê rojnameya Ozgur Gundemê Nazim Babaoglû yê di 1994’an de li navçeya Siwêregê ya Rihayê hat binçavkirin û carek din agahî jê nehat girtin, pirsîn.    Serokê ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytûn destnîşan kir ku kujer qet bi tu awayê adilane nehatine darizandin û cezakirin û got: “Me duh heman aqûbetê di doza JÎTEM’ê ya Enqereyê de dît. Dixwazin polîtîkayên salên 90’ê berdewam bikin û div ê yekê de bi biryar in. Herî dawî me di maça Amedspor-Bursasporê de me cihêkarî, nijadperestiyê û êrişên nijadperest dît. Carek din bi wêneyan û êrişên nijadperest xwestin înkara kurdan bikin. Nîşandana wêneyên Torosê û Mahmût Yildirim (Yeşîl) carek din peyama ku wê kujer bêceza bimînin û hesab nedin hat dayîn.”    ‘WÊ EV PERGAL BÊ GUHERTIN’    Bûrhan Babaoglû ku kekê Nazim Babaoglû ye jî axivî û diyar kir ku dema birayê wî hatiye revandin ew di hefsê de bûye û wê serdemê dayikan parêzvaniya mafên mirovan dikir û wiha got: “Niha ez li derve me û helbet dora nobedê li ser min e. Ez vî wêneyî bi rûmet hildigirim. Ev wêne ji bo yên li edaletê digerin her tim bûye çavkaniya hêz, moral, piştevanî û îradeyê. Birayê min hat windakirin. Em dizanin kê ew winda kiriye. Em dizanin ji bo çi jî hatiye windakirin. Pirsgirêk ne ya sê çar eşqiyayên wî winda kirine ye. Pirsgirêk hebûna vê pergalê ye ku rêxistinên kontrayî ava dike. Wê ev pergal were guhertin. Çi dibe bila bibe wê bê guhertin. Dibe ku dengê me hindik derdikeve û hejmara me kêm be lê li pişt me dîrokek heye. Em mafdar in û serbilind in.”    PÊNÛSA WAN DÊ HER BINIVISÎNE    Rêveberê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) rojnamevan Kadrî Esen jî di çalakiyê de ji bo bîranîna hevpîşeyê xwe Nazim Babaoglû axivî û xwest aqûbeta Babaoglû bê ronîkirin û kujer bên cezakirin. Esen destnîşan kir ku ew ê li ser şopa cangoriyên çapemeniya azad bimeşin û wê her têkoşîna wan bidomînin û pênûsa wan bidin nivîsandin.    SERPÊHATIYA WINDAKIRINA BABAOGLÛ    Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’a Amedê Firat Akdenîz metna serpêhatiya windakirina Babaoglû xwend. Akdenîz zanîn ku rojnameger Nazim Babaoglu di 19 saliya xwe de li Bûroya Rihayê ya rojnameya Ozgur Gundemê dixebitî û serpêhatiya wî wiha vegot: “Şefê Bûroya Rihayê yê Ozgur Gundemê Kemal Kiliç jî di êrişeke çekdarî de hatibû kuştin. 4 cerdewanên ji eşîra Bucakê bi ser mala mamosteyan de girtibûn û dest dirêjî mamosteyekê û xwîşka wê kirin. Baboglu jî nûçeya bûyerê çê kir û di Ozgur Gundemê de hate weşandin. Piştî vê nûçeyê jî gefên li ser Bûroya Rihayê zêdetir bûn.    Nûnerê Ajansa Anadoluyê yê navçeyê û xebatkarê rojnameyeke herêmî Mûrat Yogunlu di 12’ê Adara 94’an de li Bûroya Ozgur Gundemê geriya. Di telefonê de got ku li Sêweregê derheqê cerdewanan de nûçeyeke gelek girîng heye û divê teqez nûçegihanek bê şandin. Nazim jî ji bo şopandina nûçeyê çû Sêweregê. Lê êdî tu agahî jê nehatin girtin. Li gorî gotinên şahidên bûyerê, Nazim ji bo hevdîtina bi Mûrat Yogunlu re çû Rojnameya Îrfanê. Cerdewanên eşîra Bucakê ku hatibûn rojnameyê, Nazim bi darê zorê li wesayîtê siwar kirin û birin mala Sedat Bucak.    Tevî îfadeyên şahidan û serlêdanên malbatê jî, encamek ji vê dozê derneket. Hewl dan aqûbeta rojnameger Babaoglu di tariyê de bihêlin. Kiryarên wî jî bi mertalê necezakirinê tên paratin. Êdî dawiyekî li vê rûxandina pergala hiqûq û edaletê bînin. Peywira we ye ku hûn aqûbeta Babaoglu ronî bikin, derheqê gumanbarên ku sûcê li dijî mirovahiyê kirine de lêpirsîneke baş bidin destpêkirin. Çend sal derbas dibin bila bibin lê belê em ê dev ji pirsîna aqûbeta windakiriyan û Qada Galatasarayê bernedin ku 186 hefte ne li me hatiye qedexekirin.”   Dayika Babaoglû, Makbûle Babaoglû beriya bimire gotibû, “Ez dixwazim beriya mirina xwe gorê zarokê xwe bibînim û kujerên wî bên darizandin.” Beriya edalet pêk were Makbûle Baboglû di sala 2017’an de wefat kir.    Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.    ÊLIH    Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’a Êlihê jî di hefteya 572’yemîn de li ber Peykerê Mafên Mirovan ku li serê Cadeya Gulistanê ye çalakiya “Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin” li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hildan. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Mehemt Mungan ê di 18’ê adara 1998’an de li Bajaroka YenÎkoya bi ser navçeya Silopiya Şirnexê ve hat windakirin û carek din agahî jê nehat girtin, pirsîn. Rêvebera ÎHD’ê Gulbahar Kaya, serpêhatiya windakirina Mehmet Mûngan xwend û destnîşan kir ku ji wê rojê carek din tu xeber jê nehatiye girtin û şopek wî jî nehatiye dîtin.    Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.