Endamên SGDF’ê hatin binçavkirin 2023-03-11 15:39:29   STENBOL - 2 endamên SGDF'ê yên ji bo bîranîna ku wê d i salvegera Komkujiya Gazî de bê lidarxistin banga tevlîbûnê kirin ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.   Endamên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) Adnan Ozcan û Kalender Polat ên ku ji bo bîranîna ku wê di 28'emîn salvegera Komkujiya Gazî de li Taxa Gazî ya navçeya Sûltangazî ya Stenbolê bê lidarxistin banga tevlîbûnê kirin, ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Nehate hînbûn ku Ozcan û Polat ên hatin binçavkirin birine ku derê.    BÎRANÎN WÊ SIBÊ PÊK WERE   Girseya ku wê sibe saet di 12.00’an de ji bo çalakiya bîranînê li Malacemê ya Gaziyê kom bibe, piştî meş û daxuyaniya çapemeniyê ya bê lidarxistin, wê kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane li ser gorên wan ên li Goristana Gaziyê bi bîr bîne.