Welatiyê ji Alanyayê li Nûrdagiyê mirî hat nîşandan 2023-03-11 16:58:39   DÎLOK - Alî Bostan ê li Alanyayê dimîne li navçeya Nûrdagiyê ku di erdhejê de hilweşiya mirî hatiye nîşandan.    Hejmara qurbaniyên erdhejê 47 hezar û 932 kes hat eşkerekirin. Alî Bostan ê li navçeya Alanyayê ya Antalyayê şofêriyê dike û dimîne, li navçeya Nûrdagiyê ya Dîlokê ku di erdhejê de xesarek mezin lê çêbû, mirî hat nîşandan. Me xwe bi rêya telefonê gihand Bostan û diyar kir ku ew wek mirî di qeydan de hatiye tomarkirin û hefteyeke serî li Midûriyeta Nifûsê daye û hê jî encamek negirtiye.