Serdanên KNK’ê didomin 2023-03-11 17:16:22 NAVENDA NÛÇEYAN - Serdanên şandeya KNK’ê yên li Herêma Kurdistana Federe didomin.    Di 2’ê Sibatê de Şandeya Kongreya Neteweyî ya Kurdistan (KNK) serdana Başûrê Kurdistanê kir. Serdanên şandeya KNK’ê ên ji bo hizb û aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê dewam dikin. Di vê çarçoveyê de şande li Silêmaniyê serdana Komeleya Rêxistina Kurdistanê ya Hizba Komunîst a Îranê kir.   Şandeya KNK’ê ji aliyê sekrerê komeleyê Îbrahîm Elîzade û endamên komeleyê ve hate pêşwazîkirin.   Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di civînê de behsa giştî rewşa Kurdistanê hatiye kirin û yekîtiya aliyên Kurdistanî ya ji bo dawî anîna dagirkeriya li ser gelê kurd û Kurdistanê hatiye axaftin.