Li Îzmîrê agirê Newrozê hilkirin 2023-03-11 21:25:07   ÎZMÎR - Bi dehan welatiyên ku li ber Nûnertiya HDP'ê ya Taxa Çîmentepeyê li hev kom bûn, agirê ewil ê Newrozê vêxistin.    Li Îzmîrê bi dehan welatiyên ku li ber Nûnertiya HDP'ê ya Taxa Çîmentepeyê kom bûn, agirê ewil ê Newrozê vêxistin. Welatiyan dirûşmeyên "Newroz pîroz be", "Bijî serok Apo", "Jin, jiyan, azadî" û "Biji berxwedan zindanan" berzkirin û xwe di ser agir re çeng kirin.    Dayikên Aştiyê û rêveberên HDP'a bajêr û navçeyê jî tevlî pîrozbahiyê bûn.